Divê Emîne Şahîn demildest bê berdan

Divê Emîne Şahîn demildest bê berdan

Di nirxandina rojevê ya ku ji teref HUDA PARê ve hat belavkirin de derbarê Emîne Şahîna ku li Edîrnê hat girtin de hat diyarkirin: “Divê Emîne Şahîn demildest bê berdan û derbarê wan kesên ku îmze avêtine bin wê qerarê de lêpirsîn bê kirin."

HUDA PARê derbarê meseleyên di rojevê de nirxandinan xwe ya heftîyane weşand. Di nirxandina rojevê ya ku hat weşandin de derbarê  girtîbûna Emîna Şahîn, polîtîkaya îqtîsadê ya hikûmetê, êrîşên siyonîstan ên li hember Xazzê û derbarê rewşa însanî ya li Yemenê de nirxandinm hat kirin.

 “Divê Emîne Şahîn demildest bê berdan û derbarê wan kesên ku îmze avêtine bin wê qerara ku berberîyê dike nav civakê de lêpirsîn bê vekirin”

Derbarê xwendekara tipê Emîne Şahîna ku li Edîrnê hat girtin de hat diyarkirin girtina keseke ku şipheya revînê pê re tune ye qetilkirina hiqûqê ye û dû re derbarê mijarê de wiha hat gotin: “ Ew hakimên ku pêwîst e li gorî fikrên sîyasî, îdeolojîyên fermî  qeraran nedin  û di dayîna qeraran de bêteref bin mixabin ji teref hinek hêlan ve zext li wan tê kirin. Bi tesîra van zextan û ji tirsa bertekan van hêlên ku qala wan tê kirin derbarê wan çalakî û gotinên ku ne sûc in de bi xwe jî qerara girtinê tê dayîn ku ev yek rewşa nebaş a daraza ya di tê de dide ber çavan. Em bang li sazîyên rayedar dikin; divê Emîne Şahîn demildest bê berdan û derbarê wan kesên ku îmze avêtine bin wê qerara ku berberîyê dike nav civakê de lêpirsîn bê vekirin.”

Ji bo temamê metna nirxandinê ya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hatiye belavkirin bitikenin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler