"Divê hikûmet ne ji ser reqemanji ser sehayê nirxandinekê bike"

"Divê hikûmet ne ji ser reqemanji ser sehayê nirxandinekê bike"

Serokê Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê û heyeta pê re digel hev li Bagcilara Stenbolê dikandaran ziyaret kirin û derd û kulên dikandaran guhdar kirin.

Erdal Elîbuyukê Serokê Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê û heyeta pê re digel hev li Bagcilara Stenbolê dikandaran ziyaret kirin û derd û kulên dikandaran guhdar kirin. Piştî ziyaretên ku hatin kirin re Elîbuyuk ziyareta ku hatiye kirin nirxand û derd û kulên dikandaran bi endamên çapemenîyê re parve kir û diyar kir divê hikûmet ne ji ser reqeman  ji ser sehayê nirxandinekê bike"

 “Rewşa dikandaran weke ku di televîzyonan de xuya dike nîne”

Elîbuyuk di berdewama daxuyanîya ku da de destnîşan kir di warê siyaset û geşedanên Tirkîyê de lênêrînên dikandar û welatîyan bo wan girîng e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em bi dikandaran re hevdîtinan dikin û em zehmetî û problemên wan guhdar dikin. Em him wan nas dikin û him jî derd û kulên wan guhdar dikin. Rewşa dikandaran weke ku di televîzyonan de xuya dike nîne. Problem û zehmetîyeke ciddî heye. Gelek dikandarên ku em çûn ziyaretên wan gotin ku ew nikarin heqê kirê û bacê bidin. Exlebeyê dikandaran ji zêdebûna bacê, kirê, prîman SGKyê gazin û gilîyan dikirin  û di vî warî de li benda çareserîyê ne.”

 “Divê ji esnafên biçûk ehemîyet bê dayîn û li wan xwedî bê derketin”

Elîbuyuk di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê gavin di warê sivikkirina barê dikandaran de gav bên avêtin û dikarin gava ewil bi kêmkirina bacê bavêjin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tiştê ku milê dikandaran dike du tew bac e. Prîmê SGKyê gelek zêde ye. Ji rexê din gelek problemên dikandaran heye. Vebûna navendên danûstandinê esnafên biçûk anî ber xilasbûnê. DI vî warî de dibê hinekî pêşîya navendên danûstandinê bê girtin. Divê ji esnafên biçûk ehemîyet bê dayîn û li wan xwedî bê derketin da ku esnaf karibe li ser piyan bisekine. Divê hikûmet bi xwe dakeve sehayê û ew bi xwe derd û kulên esnafan guhdar bike.”

 “Dikandar ji wan siyasetmedarên ku bes di wextê hilbijartinan de tên ba wan gilîdar in”

Elîbuyuk di dawîya axavtina xwe de diyar kir dikandar ji wan siyasetmedarên ku bes di wextê hilbijartinan de tên ba wan gilîdar in û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “  Gelek esnafên ku em çûn ziyareta wan gazin û gilî ji parlementerên ku dernakevin sehayê dikirin û digotin ku nayên derdên wan guhdar nakin, hetta şaredar bi xwe jî qet nayên dîtina wan. Biya min divê hikûmet ne ji ser reqeman divê ji ser sehayê nirxandinekê bike.”(ÎLKHA)
























































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.