Divê însanetî bo Yemenê gav bavêje

Divê însanetî bo Yemenê gav bavêje

Serokê Kerwana Umûdê yê Entabê Mustafa Ozaslan derbarê rewşa xirab a li Yemenê de destnîşan kir “Divê însanetî bo Yemenê gav bavêje.”

Ji ber êrîşên ku ji teref hêzên koalîsyonê ya ku Siûd jê re pêşîvantîyê dike ve tên kirin û ji ber tunebûna ava paqij û xurekê  her ku diçe rewş xirabtir dibe. Nexasim ji ber şert û mercên neyînî zarok tesîrdar dibin ku li gor amaran serê her deqîqeyekê zarokek jiyana xwe ji dest dide.

Serokê Kerwana Umûdê yê Entabê Mustafa Ozaslan derbarê qeyrana însanî û rewşa xirab a li Yemenê de ji ÎLKHAyê re axivî. Ozaaslan  di daxuyanîya ku da de destnîşan “ Ew qetlîamên li Yemenê tên kirin li ber çavê dinyayê tên kirin. Dema ku ev qetlîam li herêmên Mislimanan tên kirin temamê dinyayê ji vê yekê re bes dibe temaşavan.  Divê em Mislimanan  bo Yemenê gavinanan bavêjin û alîkarîya wan bikin.”

 “Divê însanetî bo Yemenê gav bavêje”

Ozaslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê temamê Tirkîyê ji xelkê Yemenê re alîkarîyê bike û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê hemû kes vê yekê baş bizanibe  ew kesên ku li erdnigarîya rojhilata navîn dijîn xelkê Misliman in. Divê di serî ji xelkê Yemenê re û ji xelkê Misliman ên din re em alîkarî bikin.  Hûn dikarin bi navbeynkarîya Kerwana Umûdê ji Yemenîyan re alîkarî bikin. Divê civak di vî warî de tiştinan bike. Divê însanetî bo Yemenê gav bavêje.”

Rewşa nebaş a  li Yemenê her ku diçe xirabtir û girantir dibe.Sazîya ya Alîkarîyê ya Îngîlîz Save the Children daneyên Yekîtîya Neteweyan çavkanî nîşan da û destnîşan kir li Yemenê ji ber şerê nexweyî ya ku ji sala 2015an vir ve berdewam dike dibe ku 85 hezar zarokên ji 5 salî biçûktir ji birçînan û ji ber nexweşîyan jiyana xwe ji dest dabin. 

 Koordînatorê Rewşa Acîl û Alîkarîya Însanî yê Neteweyên Yekbûyî Mark Lowcock derbarê rewşa xeternak a li Yemenê de berî niha diyar kiribû “ Niha Yemen bi xetereyeke mezin û bi lez a xelayê re rûbirû mane.  Ew xelayê ku li Yemenê heye, heta niha tu carî nehatiye dîtin.”

Lowcock li gor daneyên meha Îlonê ya Neteweyên Yekbûyî li herêmê 11 milyon bi xeterê re rûbirû mane ku ev hejmar xelet ; di encama nirxandin û lêkolînên nû yên ku hatin kirin de, hat tespîtkirin ev hejmar zêde zêde ye. Lowcock di berdewama daxuyanîya xwe de wiha got: “ Li gorî nirxandin û lêkolîna nû ya ku ji teref me ve hat kirin, hat tespîtkirin ku hejmara wan kesên ku jiyana xwe bi alîkarîyên ku ji derve tên hewl didin bidomînin ne 11 milyon, 14 milyon e ku ev hejmar jî nîvê nifûsê ye.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.