1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. “Divê ji îstîsmarê re cezaya herî girîng bê dayîn”
“Divê ji îstîsmarê re cezaya herî girîng bê dayîn”

“Divê ji îstîsmarê re cezaya herî girîng bê dayîn”

Hamdî Gundogarê ku derbarê îstîsmara zarokan û zayendî de nirxandinan kir destnîşan kir divê ji îstîsmarê re cezaya herî girîng bê dayîn.

A+A-

Prof. Dr. Hamdî Gundogarê endamê hîndekarîyê yê Fakulteya Ilmên Îslamî yê Zanîngeha Semsûrê derbarê îstîsmara zarokan a ku di van pêlên dawî de di rojevê de ye de nirxandinan kir destnîşan kir divê ji îstîsmarê re cezaya herî girîng bê dayîn.

 “Divê ji îstîsmarê re cezaya herî girîng bê dayîn”

Gundogar di daxuyanîya ku da de destnîşan kir divê him dewlet û hikûmet û him jî civak li ser vê meseleya îstîsmarê de biçin û bo wan îstîsmarên ku dibin sedema mirina teqez cezaya mirinê bê dayîn. Gundogar dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Çawa ku hay ji tacîz û îstîmarê çêbû divê miheqqeq xeber bê dayîn polêsan. Divê bûyer neyê veşartin û di demeke kurt de divê meqamên rayedar ji bûyerê bên haydarkirin. Divê him dewlet û hikûmet û him jî civak li ser vê meseleya îstîsmarê de biçin û bo wan îstîsmarên ku dibin sedema mirina teqez cezaya mirinê bê dayîn.

 “Di qisasê de heyat heye”

Gundogar di berdewama axavtina xwe de diyar kir “dibe ku hinek kes li dijî cezaya îdamê bin” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dibe ku hinek bibêjin îdam ji vê meselê re ne çare ye. Xweda di Qur’ana Kerîm de dibêje ‘bo we di qisasê de heyat heye.’ Dema ku em tefsîra vê ayetê dikin em dikarin bibêjin ji bo kesên ku bûne sedema mirinan cezaya mirinê heq e. Ez ji bo wan kesên ku bes vê yekê dibêjim; bila bi şikleke samîmî bersivê bidin. Ger bûyereke îstîsmarê ya bi mirinê were serê zarokên we  hûn ê çi cezayê bo kesê îstîsmarker bixwazin? Bila bi şikleke semîmî bersiva vê pirsê bidin û dû re em meseleya cezaya îdamê nîqaş bikin.”

ÎLKHA

Bu haber toplam 578 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.