Divê ji wî Sîsîyê ku xwîna Mislimanan dirjîne û ji girêdayîyên wî hisab bê pirsîn

Divê ji wî Sîsîyê ku xwîna Mislimanan dirjîne û ji girêdayîyên wî hisab bê pirsîn

Li Diyarbekirê ji ber şehîdkirina 9 endamên Îxwanê ji teref Cemîyeta Mustezafan vedaxuyanîya çapmenîyê ya girseyî hat tertîpkirin. Di daxuyanîyê de hat diyarkirin “Divê ji wî Sîsîyê ku xwîna Mislimanan dirjîne û ji girêdayîyên wî hisab bê pirsîn.”

​Daxuyanîya çapemenîyê piştî nimêja înê li ber Mizgefta Mezin a Sûrê hat tertîpkirin. Daxuyanîya çapemenîyê ji teref Muzaffer Beber ve li ser navê Cemîyeta Mustazafan hat xwendin.

Beber di destpêka daxuyanîya xwe de ayeta “Ji wan kesên ku di rêya Xwedê hatine kuştin re nebêjin mirî ne. Naxêr ew zindî ne. Encax hûn vê yekê nizanin.” Di bîran xist û diyar kir dîsa di meheke sibatê de xeberên şehîdan hat.

Beber di berdewama daxuyanîya xwe  de diyar kir “Ew xebera ku ji welartê Hesen El- Benna, Seyyîd Kutub û Abdulqadir Udeh hat dîsa ummetê mehzûn kir. Zalim dîsa zilmê xwe îcra kirin û 9 xortên ciwan şehîd bûn û çûn hizûra Xwedê.”

 “Sîsî, weke selefên xwe îro û sibeya Îslamê hedef distîne û Mislimanan qetil dike”

Beber di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew tiştên ku li Misirê pêk tên destnîşanm dike ka kufra kûrewî, ummetê çawa dorpêç kiriye û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Ummet parçe parçe ye û cardin êşa vê parçebûnê dikşîne, ummet dîsa dibe şahid ka ew şerê ez-tu zirarake çawa dide me û zaliman bêtirs dike. Piştî fîrewnên mîna Cemal Ebdulnasir, Enwer Sedat û Husnu Mubarek  Sîsî bi darbeyekê hat serî û weke selefên xwe îro û sibeya Îslamê hedef distîne û Mislimanan qetil dike.”

“Ji van zilman re bêdeng mayîn  ew ê him dinya û him jî axreta ehlê îmanê tarûmar bike”

Beber di dawîya daxuyanîyê de diyar kir divê temamê Mislimanan ji vê tiştê ku hatiye kirin re bertek nîşan bide ku ev yek mesûlîyeteke îtîqadî û eslî ye. Beber dû re wiha got: “Ji bo zilma Sîsî û yên kesên mîna wî bên dawîkirin divê serokên welatên Îslamî tiştinan bikin. Ji van zilman re bêdeng mayîn  ew ê him dinya û him jî axreta ehlê îmanê tarûmar bike.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.