Divê leşkerîya mecbûrî demildest bê rakirin
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmaz derbarê leşkerîya mecbûrî de destnîşan kir “Divê leşkerîya mecbûrî demildest bê rakirin.”
Huseyîn Yilmazê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê leşkerîya mecbûrî û ya bi berdêl de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir. Yilmaz di nirxandina ku kir de destnîşan kir “Divê wek hemû tiştî leşkerî jî bê derxistin asta profesyonelîyê.”
“Hêj bi çavê ‘xwedîyê esil a vî memleketî leşker e’ li leşkeran tê mêzekirin”
Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê heqê leşkerîya bi berdêl bibe 10 hezar û emir jî bibe 20 sal. Yilmaz dû re derbarê leşkerîya mecbûrî de jî wisa got: “Hêj bi çavê ‘xwedîyê esil a vî memleketî leşker e’ li leşkeran tê mêzekirin. Madem digel 16ê Nîsan û 24ê Hezîranê pergal hat guherandin, bila leşkerîya mecbûrî ya ku niçikê wesayîta leşkerîyê ye jî bê rakirin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.