Divê mexdûrîyetên OHALê ji holê bên rakirin

Divê mexdûrîyetên OHALê ji holê bên rakirin

Namzedê Parlamenterîyê yê Heyama 27an yê Êlihê Aydin Gok îfade kir ku divê mexdûrîyetên di heyama OHALê de hatine jiyandin ji holê bên rakirin.

Namzedê Parlamenterîyê yê Heyama 27an yê Êlihê Aydin Gok dema buroya ÎLKHAyê zîyaret kir îfade kir ku divê mexdûrîyetên Rewşa Neasayî daye jiyandin ji holê bên rakirin.

“Divê şertên Rewşa Neasayî bên rakirin”

Gok, di warê OHALê de axivî û wiha got: “Me gotibû lazim e OHAL bê rakirin, rabû. Lê belê em hêvî dikin ku şertên Rewşa Neasayî jî bên rakirin. Divê mexdûrîyetên Rewşa Neasayî daye jiyandin jî ji holê bên rakirin. Me gotibû lazim e lêpirsînên ewlehîyê jî ji holê rabe, em vê yekê dîsa dûbare dikin û em dibêjin lazim e mulaqat ji holê bê rakirin.”

“Divê mirov li gor rûmeta xwe jiyana xwe bijîn”

Gok, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku bi OHALê re gelek mexdûrîyet hatin jiyandin û wiha got: “Lazim e temamê însanan ji bo bighêje mafên xwe yên însanî xwe di ewlehîyê de hîs bikin. Divê welatîyên me ji bo li gor rûmeta însan û mirovahîyê bijîn li hember tu astegdarîya neyên. Divê li hember neheqîyan gel xwe di ewlehîyê de hîs bikin û divê rêyên gel mexdûr dikin bên girtin.”

“Lazim e rêya ji nûve darizandinê bê vekirin”

Gok, destnîşan kir ku hê jî mexdûrîyetên 28ê Sibat û yên FETO dewam dikin û wiha got, “Welatîyên me yên ev nêzî esrekê ye di zîndanan de emir derbas dikin heye. Divê van mexdûrîyetan bên dîtin û di vî warî de gavên hewceye bên avêtin. Hin welatîyên niha di zîndanê de ne ji sewcî û hakimên FETO ciza xwarine û niha jî ew hakim û sewcî di hepsê de ne. Ji ber vê yekê hewce ye ev mexdûrîyet bên dîtin û ji holê bên rakirin. Mayîna wan mexdûran di hepsê de li gor me zilm e û edalet dereng maye. Ev mexdûrîyet bi salan e ji teref raya giştî ve tê zanîn, lê belê paşçavkirina vanan  ne ji rêzê ye. Hewce ye demildest mexdûrên 28ê Sibat û yên FETO ji zîndanê bên derxistin.”

“Hê jî qismek FETOyîstên krîpto wezîfê dikin”

Gok, di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku hê jî qismek ji FETOyîstên krîpto wezîfê dikin û wiha got: “Hê jî kesên destê wan di darbeya 15ê Tîrmehê hene di nava sazîyên dewletê de hene. Ji bo heq were cîh van kesan bên cizakirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler