Divê ulema di nav xwe de wehdetê tesîs bike

Divê ulema di nav xwe de wehdetê tesîs bike

Serokê Giştî yê Îttîhad-ul Ulema Mela Enwer Kiliçarslanê ku di Hevdîtina Aliman a 3yemîn de axivî destnîşan kir divê ulema di nav xwe wehdetê tesîs bike û li dijî kufrê memleketê muhafeze bike.

Hevdîtina Aliman a 3yemîn a ku ji teref Yekîtîya Alim û Medreseyan ve li Diyarbekirê tê tertîpkirin  bi axavtina destpêkirinê ji teref Mela Ebdulqudus ve li ser navê Îttîhad-ul Ulemayê hat kirin. Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam jî peyamek şand hevdîtinê. Di peyama ku hat şandin Saglam wisa got “Silav û rehmet û bereketa  Xweda li ser we alimên ku her im ji Ummeta Îslamê re pêşîvantî kiriye be.Di wexteke ku tê de îxtîlaf û cudahî herî zêde bûne û Misliman pê zeîf bûne de pêdivîya me ji her wextî zêdetir bi ji nû ve rabûna ser pîyan, îttîhad û tifaqê re heye. Ez ji bo we alimên bi qedr û qiymet ên ku ji çar alîyên erdnigarîya Ummeta mezlûm li hev kom bûne re ji Xweda muweffeqîyet û serkeftinê dixwazim. Ez li ser navê partîya xwe ya HUDA PARê ji dil û can silavan li we dikim. Dawîya doza me ji Xweda re hemd kirin e.”

Piştî peyama Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê, Serokê  Giştî yê Yekîtîya Alim û Medreseyan Mela Enwer Kiliçarslan  derbarê ehemîyeta wehdetê de axavtinek kir.

 “Dema ku em halê Mislimanan dibînin kelogirî dibin”

Kiliçarslan di axavtina xwe de diyar kir îsal hevdîtina sêyemîn a aliman tê kirin û ew ê  di wan salên pêşîya me de jî berdewama wê bê. Kiliçarslan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li Cihûyan binêrin, ev 60 sal in ku zilmê li birayên yên Filistînî dikin.Ew Cihû ne û Xwedê ew dijmin îlan kirine.Îro dewleteke mîna Misirê ku exlebeyê aliman ji wê derê derdikevin. Welatekî mîna Erebistana Siûd ku bi milyonan Misliman lê dijîn. Gelo malbata Siûd ji kî re dixebite. Li Misirê bi hezaran Misliman hatin kuştin û hatin avêtin zindanan. Bi hezaran Misliman jî li derveyî welêt muhacir in. Dema ku em halê Mislimanan dibînin kelogirî dibin. Sûrî navenda ilmê bû. Çi tişt hatin serê wê? Yemen dike ku bibe Efxanistan, welatên Îslamê din îşxalê de ne. Îro li Sûrîyê camî tên xerakirin û di şûna wan de dêr tên sazkirin. Di wan dêran de dibêjin ‘Mislimanan berhev bikin, Îsa Rebbê we ye!Îsa dê we xelas bike.’ Çima ev tişt tên serê Mislimanan?”

 “Divê alim di nav xwe de wehdetê tesîs bikin”

Kiliçaslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir îro alim wê wezîfeya teblîzê ya ku Hz. Muhammed daye wan bi cî nayînin û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber ku em wezîfeya xwe nakin, Xweda jî alîkarîya me nake.Divê alim di nav xwe de wehdetê tesîs bikin û li dijî kufrê bisekinin û memleket ji destên wan rizgar bikin.Li gor şerîata Îslamê, ger memleketa Îslamê di bin îşxalê de be, bo xelasîya wê memleketê temamê Mislimanan mesûl in. Gelo Mislimanekî/ê azad heye. Herêmeke azad a Îslamê heye? Ji ber vê yekê mesûlîyet a aliman e.”

“Pêxembertî xelas bû, lê belê wezîfeya pêxemberîyê bi dawî nebû”

Kiliçaslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir milletê Kurd ji Îslamê dûr dikeve û berê xwe dide Komunîzm, Marksîzm û îdeolojîyên mîna wan. Kiliçaslan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îro em dinêrin milletê herî bêxwedî ya li dinyayê Kurd in ku dixwazin ew ji Îslam û pêxember dûr kevin û bibin kole. Niyeta tu kesî tune ye ku dewletê jî bide wan. Madem alim warisên pêxemberan in, wê demê ev wezîfeya pêxembertîyê ne wezîfeyeke bêqedr û qiymet e. Pêxembertî xelas bû, lê belê wezîfeya pêxemberîyê bi dawî nebû. Heke em li milletê xwe xwedî dernekevin û ger ew bibin Cihû û sosyalîst wê demê dê Xweda hisaba vê yekê bipirse. Ew ê ji me hisab bê pirsîn ka çima zarok û ewladên mela, sofî û seydayan terka Îslamê kirin.”

Kiliçaslan di dawîya axavtina xwe de diyar kir ger di nav aliman de yekîtî tesîs nebe dê di nav ummeta Îslamê de jî yekîtî û wehdet tesîs nebe.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler