1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. “Divê xwendekar ji perwerdehîya dînî neyên mahrûmkirin”
“Divê xwendekar ji perwerdehîya dînî neyên mahrûmkirin”

“Divê xwendekar ji perwerdehîya dînî neyên mahrûmkirin”

Serokê Komeleya Îmam Xetîbîyan Abdûssamed Yilmaz di warê dersên bijarte de welîyê xwendekaran hişyar kir û îfade kir ku divê xwendekar ji perwerdehîya dînî neyên mahrûmkirin.

A+A-

Serokê Komeleya Îmam Xetîbîyan yê Mêdrîn Abdûssamed Yilmaz di warê dersên bijarte de welîyê xwendekaran hişyar kir.

Yilmaz, destnîşan kir ku rêya civakek bi exlaq di mezinkirina kesên bi exlaq re derbas dibe û wiha got: “Perwerdehîya exlaq, bi mînak girtina Qur’anê û mînakgirtina jiyana Hz. Mûhammed mimkun e. Lazim e perwerdehîya dînî bi awakî baş bên teşwîk kirin. Lazim e zarokên me îbadetên xwe yên wek nimêj û îbadetên din ji biçûktîya xwe pê de hîn bibin. Divê xwendekarên me li dibistana hînî jiyana Pêxemberê me Hz. Mûhammed bibin.” 

“Hewceye em tesewira medenîyetê ji nû ve înşa bikin”

Yilmaz, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku perwerdehîya dînî ji exlaqên ne baş, hevalên nebaş û ji civaka bê exlaq zarokên me dûr dixe û wiha got: “Lazime em di warê bawerîya xwe de zarokên xwe ji biçûkanî de perwerde bikin. Zarokên ku pêşeroja me ne divê em wan li gor exlaqê Îslam û Qur’anê mezin bikin û em tesewira medenîyeta xwe ji nû ve înşa bikin.

“Di heman wextê de em pêşeroja zarokên xwe jî hildibijêrin”

Yilmaz, di dawîya axaftina xwe de îfade kir ku lazim e xwendekar ji perwerdehîya dînî mehrûm neyên hiştin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em careke din dixwazin bi xetê qalind binê wê xêz bikin û bibêjin ciwanên me di çi warî de tercîha xwe dikin bila bikin lazim e xwedî manewîyat bin. Girtina van dersana ji teref xwendekarên me ve wê wan di warê ilmê Îalamî de jî wan perwerde bike û ji bo pêşeroja wan wê baştir bibe. Hûn bi bijartina Bingehîya Zanîna Dînî, Jiyana Hz. Mûhammed, Qur’ana Pîroz û dersên Erebî nebêjin qey we tiştekî ji rêzê bijartî ye; di heman wextê de we ji bo zarokên xwe û ji bo pêşeroja gelê xwe jî we bijartinek kirîye. Em rica dikin ku di warê bijartina dersên olî de welîyên me bila bi vî çavî li mijarê binerin.

ÎLKHA


 

Bu haber toplam 638 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.