Diyarbekir amadehîya bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” dike

Diyarbekir amadehîya bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” dike

Amadehîyên bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” ya ku dê di 28ê Nîsanê de ji teref Koordînatorîya Diyarbekirê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ve bê tertîpkirin li bajêr berdewam dike.

Hat ragihandin amadehîyên bernameya “Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” ya ku dê di 28ê Nîsanê de li Qada Newrozê ji teref Koordînatorîya Diyarbekirê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ve bê tertîpkirin li bajêr berdewam dike.

Dildarên weqfê  li çar alîyên bajêr bi afîş, flama û pankartan xemilnadin û xelkê Diyarbekirê vexwandin bermaya Fêmkirina Hz. Muhammed û Tetbîqkirina Sunneta Wî” ya ku dê di 28ê Nîsanê de li Qada Newrozê ji teref Koordînatorîya Diyarbekirê ya Weqfa Evîndarên Pêxember ve bê tertîpkirin. Di bergeha xebat û amadehîyên bernamê de dest bi belavkirina kitêba bi navê “40 Hedîs 40 Ders” a ku ji teref Ozkan Yaman ve hatiye amadekirin hat kirin.

Husamettîn Bonulê Koordînatorê  Bajêra Diyarbekirê yê Weqfa Evîndarên Pêxember derbarê amadehî xebatên ku ji bo bernamê tên kirin de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.

Bonul di nirxandina ku kir de destnîşan kir amadehîyên wan ên bernamê berî mehek û nîvê dest pê kiribûn û niha jî bi şikleje bi lez berdewam dikin.

Bonul di berdewama axavtina xwe de qala amadehîyên ku di bergeha xebatên bernamê de hatine kirin kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Diyarbekirî ne xerîbê vê bernamê ne û vê bernamê nas dikin. Xelkê Diyarbekirê her sala eleqeyeke mezin nîşanî vê bernamê dide. Em cardin xelkê xwe vedixwînin vê bernamê da ku dîsa bi kelecan û coşeke mezin  beşdarî vê bernamê bibin û Resûlê Xwedê fam bikin û sunneta wî tetbîqî jiyana xwe bikin. Xweda ji hemû kesî razî be.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.