Diyarbekir amadehîya “Em li Qudsê xwedî derdikevin” dike
Amadehîyên mîtînga bi navê “Em li Qudsê xwedî derdikevin” a ku ji teref HUDA PARê ve bê tertîp kirin berdewam dikin.
Diyarbekir qerara Serokê Amerîka Donald Trump a naskirina Qudsê wek peytexta siyonîstan bi mîtînga ku dê ji teref HUDA PARê ve bê tertîpkirin dê şermezar bike.
Temamê amadehîyên mîtînga ku dê di seat 13.00an de li Meydana Îstasyonê bê tertîpkirin digel temamê kelecana xwe berdewam dikin. Gelek sazîyên civaka sîwîl destekê didin mîtîngê. Bo xelk bê vexwandin mîtîngê li gelek derên bajêr bi afîş û pankartên mîtînga ku dê bê tertîpkirin hatin xemilandin.
Arîkarê Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê Şukru Aksoy derbarê amadehîyên ku bo mîtîngê tên kirin de agahî da û diyar kir ew ê berî mîtîngê bi rojekî wesayîtên anonsê dê li bajêr bigerin û dê xelkê vexwînin mîtîngê.
Aksoy di berdewama axavtina xwe de diyar kir Quds şîara ummetê ye û dû re wiha xelkê vexwand mîtîngê: “Da heydê hezkirîyên Qudsê werin Meydana Îstasyonê.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.