Diyarbekirî piştgirî dan rayeya mehrbirînê ya ku ji miftiyan re hatiye dayîn

Diyarbekirî piştgirî dan rayeya mehrbirînê ya ku ji miftiyan re hatiye dayîn

Piştî ku pêşnûmaya qanûnê ya ku pê ji miftiyan re rayeya mehrkirinê tê dayîn di meclîsê de hat qebûlkirin re Diyarbekiriyan hest û ramanên xwe derbarê mijarê de anîn zimên û gotin ku di nezera wan de ev yek qerareke erênî û musbet e.

Welatiyê bi navê Hebûn Özkirtay derbarê mijarê de diyar kir  bi ya wî ev yek tiştekî musbet e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev yek pêşveçûneke baş e. Lewra  weke ku hûn jî dizanin di dînên din mezinên wî dînî mehra kesên ku dizewicin  dike. Wek mînak di Xiristiyan de nîqah li dêrê tê kirin. Di nav me de jî kirina nîqahê ya li gor baweriya me tiştekî pir xweş e. Ez destekê didimê. Qet nebe miftî zanatir in û dînê me dizanin.”

Mustafa Aslanhanê ku derbarê mijarê de diyar kir ev qerareke dirist e destnîşan kir diviyabû ev yek berî niha hatibana kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Çi qas dereneg mabe jî dîsa başe. Dibe ku hinek derdora kêfa wan ji vê yekê re neyê, lê belê bi ya me ev nêzîkirî dînê me ye. Nifûsa Tirkiyê Misliman e û em di nav civakeke Misliman de dijîn. Ger dema ku di xalên ku lê Misliman hesas in de qerar hatin standin hisaba şert û mercên Îslamî  bê kirin elbet em ê destek û piştgiriyê bidin wan.”

Her wiha çend welatiyên din jî derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anîn zimên:

Qasim Şenol: “Sepaneke pir baş û xweşik e. Nîqaha miftîtiyê bû fermî ku em bo vê yekê memun in.

Veysel Çaglar: “ Bi ya min ev pêşveçûneke baş e. Hetta qerareke dereng hatiye standin e.

Hakki Karakuş: “ Divê hemû kes di warê ku lê pisporê de xizmetê bide û di vî warî de ehlê kar miftî ne.”

ÎLKHA















HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.