Diyarbekrîyan piştgirîyê dane kampanyaya ku li ser navê Yasîn Boru hatîye vekirin

Diyarbekrîyan piştgirîyê dane kampanyaya ku li ser navê Yasîn Boru hatîye vekirin

“Xelkê Diyarbekirê piştgirîyeke mezin dan wê kampanyaya ku bi slogana ‘Ew goştên qurbanan ên ku Yasîn Boru nikaribû bigihijîne hûn bigihijînin.’

Yasîn Boru û hevalên wî yên ku goştên qurbanan belav dikrin  di 6 û 8ê cotmehê de bi şiklekî wehşîyane hatibûn qetilkirin.Di navberê  de salek derbas bû, lê belê hê jî Yasîn û hevalên wî nehatin jibîrkirin. Li ser navê Yasîn Boru û hevalên wî ji teref Platforma Alîkarîyê ya Kerwana Umûdê ve kampanyayeke bi navê ‘Ew goştên qurbanan ên ku Yasîn Boru nikaribû bigihijîne hûn bigihijînin’ hat destpêkirin.Xelkê Diyarbekirê jî piştgirî û eleqeyeke mezin dane vê kampanyaya ku hatîye destpêkirin.

 “Yasîn Boru di nezerê min de wek şehîdeke Kerbelayê ye”

Şexsê bi navê Haci Remezan di derbarê mijarê de wiha destnîşan kir: “Bi şiklekî wehşîyane qetilkirina Yasîn û hevalên wî dilê min gelekî êşand û ez xemgîn bûm.Ev kampanyaya ku li ser navên wan hatîye destpêkirin tiştekî gelekî baş e û divê hemû kes piştgirîyê bide  vê kampanyayê.”

“Li gor qeneata min Yasîn Boru wek şehîdekî Kerbelayê ye”

Hecî Remezan axavtina xwe wiha da domandin: “Xwedê şehadeta wî qebûl bike.Li gor qeneata min Yasîn Boru wek şehîdekî Kerbelayê ye.Em Yasîn Boru û dawa wî her tim di dile xwe de dihewînin.Xwedê Teala her tim  ji Yasîn û hevalên wî razî be.Lewra ew bûn wesîl e ku ji tiştinan haydar bibim.”

 “Ez wan çapemenî û STKyên ku li Yasîn Boru xwedî derdikevin tebrik dikim”

Şexsê bi navê Nezîr di derbarê mijarê de destnîşan kir dema ku ew tiştên ku li Yasîn Boru hatine kirin bihîstîye gelekî girîyaye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Yasîn Boru dawa Xwedê Teala hilgirtibû li ser milên xwe. Xwedê Teala nesîbê me jî bike da ku em jî di rêya Yasîn Boru û hevalên wî de bimeşin.Ez jî bi dil û can piştgirîyê didim wê xebata belavkirina goştên qurbanan ê ku ji teref Yasîn Boru ve hatibû destpêkirin.”

Hecî Muhammed Şîrîn jî bûyerên 6 û 8ê cotmehê û xebata ku li ser navê Yasîn û hevalên wî hatîye destpêkirin de wiha axivî: “Yasîn boru jî ji canê me canek bû.Min heta niha ji wan xebatên ku Yasîn û hevalên wî kiribûn re piştgirî dabû û ez ê ji îro pêve jî piştgirîyê bidim wan xebatan.Weke ku Xwedê Teala jî dibêje em di wê şûirê de ne ku şehîd namirin.Ji ber vê yekê em jî hêvî dikin ku di rêya Yasîn Boru û hevalên wî de bimeşin.Bi izna Xwedê xwîna şehîdan wê ji xelasîya herema me re bibe wesîle.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.