Doxtorê hat derbkirin giran birîndar bû
Li Rihayê doxtorê zarokan ji teref welatîyekî ve hat derbkirin û giran birîndar bû.
Li Zanîngeha Lêkolîn û Sepanê ya Harranê li servîsa zarokan a acîlê doxtorê zarokan ji teref welatîyekî ve hat derbkirin û giran birîndar bû.
Bûyer, do bi şev saet di 22.35an de li Zanîngeha Lêkolîn û Sepanê ya Harranê li servîsa zarokan ya acîlê qewimî. Li gor îdîayan welatîyekî zarokê xwe ji ber şikayeta atêşê zêde zarokê xwe bir nexweşxaneyê. Pişt ku atêşê zarokê wî neket welatî bi Dr. Bahattîn Ahmet Yalçin re xirecir kir.
Di xirecira hat jiyan de welatîyê bavê zarokê nexweş, kevirê parkê li serê Yalçin xist û Dr. Yalçin giran birîndar bû.
Piştî bûyerê Yalçin li cîyê bûyerê piştî tedawîya ewil ji teref ekîbên tendirustîyê ve hat xistin emelîyatê. Hat îfadekirin ku talûka jiyana Yalçin dewam dike û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatîye destpêkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.