Doza Qeymeqam Safîturk hat taloqkirin
Doza Muhammed Fatîh Safîturkê ku qeymeqamê Dêrika Çiyayê Mazî bû û sûîqest lê hatibû kirin hat taloqkirin.
Doza qeymeqamê berê yê Dêrika Çiyayê Mazî yê ku wek wekîl ji şaredariyê re hatibû tayînkirin û lê sûîqest hatibû kirin di niştina 5emîn de ji 15ê Çileya sala 2018an re hat taloqkirin. Di doza ku hat taloqkirin de 8 jê girtî tev de 15 bersûc tên darizandin.
Di dozê de ji 15 kesên ku tên darizandin re 3 caran cezaya girankirî ya muebbet û heta 54 salan cezaya hepsê tê xwestin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.