Doza ‘STKya Îslamî’ ya ku kumpasa FETO bû hat taloqkirin

Doza ‘STKya Îslamî’ ya ku kumpasa FETO bû hat taloqkirin

EDENE - Doza ku ji teref FETO ve bi kumpasan li Edenê di derheqê 12 endamên STKyê Îslamî de hatibû vekirin taloqî 24 Mijdarê hat kirin.

Di niştina dozê ya ku hat dîtin kesên bertewan û parêzerên dozê destnîşan kirin hakim, dozger û polêsên ku di bin dosyê de îmzeya wan hene ji lêpirsîna FETO/PDYê ji peywirê hatine dûrxistin.

Parêzerê dozê Abdulganî Orhan piştî doza ku hat dîtin re daxuyaniyek da.Orhan di daxuyaniya ku da de destnîşan kir 7 dozger û her wiha hakim û polêsên ku di bin dosyê de îmzeya wan hebûn ji lêpirsîna FETO/PDYê ji peywirê hatine dûrxistin.

Her weke ku dê bîran li Edenê bi îxbarên bêbingeh ji teref FETO ve li dijî şexsên ku fealîyetên Îslamî dikirin lêpirsîn hatibû destpêkirin.  Di encama niştina yekem a dozê de heyeta mehkemê dozê taloqî 24ê Mijdarê kir.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.