Doznameya derbayê Yasîn Boru hat qebûl kirin.

Doznameya derbayê Yasîn Boru hat qebûl kirin.

Doznameya ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê der barê kuştina Yasîn Boru û 3 hevalên wî de amade kir ji hêla Dadgeha Cezayê ya Giran a 5an ve hat qebûlkirin.

Bi hinceta  Kobanîyê  aligirê PKKyê êriş  li Amedê kiribûn  û di encama êrişê de Yasîn Borû 3 havalên wî hatibûn qetilkirin.

Wek tê zanîn Der barê  kuştina wan de Serdozgeriya Komarê ya Amedê doznameyek amade kir û şand dadgehê.

Dadgeha Cezayê ya Giran a 5an aAmedê  jî doznameya ku qala kuştina Yasîn Borû, 3 hevalên wî dike, qebûl kir. Di rojên pêş me de darizandina gumanberên  ku di çarçoveya vê dozê de hatibûn binçavkirin jî wê dest pê bike.

Wek te zanîn  Yasin Boru û 3 hevalên wî roja cejna Qurbanê goştê qurbanê li xizan û ketiya belav dikir. 6-7 cotmehê PKK û aligirên PKKyîyan bi hinceta bajarê Kobanî êriş li Rîyad Guneş, Ahmet Huseyîn Daqak Yasîn Boru û Hasan Gokgoz kiribûn û bi hoviyane hatibûn qetilkirin.

Ji bo bersucan 4 caran cezayê bêdawî, ji bersucêk jî 5 caran cezayê bêdawî tê xwestin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.