Du wesayît li hev qelibîn: Mirîyek 5 birîndar
Li Rihayê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Hewenga Rihayê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 2 jê giran tevde 5 kes jî birîndar bûn.
Qeza li nêzî gundê Dutlucaya Hewenga Rihayê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta ku ji rêya gundê Dutlucayê derdiket rêya sereke û wesayîta ku ber bi Semsûrê ve diçû li hev qelibîn.
Di qezaya ku pêk hat de Nadîde Şahîn li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û 2 kesên bi navê Mustafa Ş. û Mehmet Ş. giran birîndar bûn. 3 kesên din jî ên ku di wesayîta din de bûn jî sivik birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.