Ebru Ozkan vegerîya Tirkîyê

Ebru Ozkan vegerîya Tirkîyê

Ebru Ozkan di dema ziyareta ku li Qudsê kir de ji teref siyonîstan ve bi rojan hat desteserkirin vegerîya Tirkîyê.

Ozkana ku bo ziyaretê çûbû Qudsê di dema vegerê de di 11ê Hezîranê de ji teref siyonîstên terorîst ve li balafirgehê hat desteserkirin û bi rojan nehat berdan. Ozkana ku ji teref siyonîstên îşxalker ve hatibû desteserkirin doh êvarî gihaşt Tirkîyê.

Ozkana ku doh bi balafira seat 21.45an de bi rê ket di seat 00.05an de gihşat  Balafirgeha Ataturk. Ozkan ji teref malbata xwe û her wisa ji teref  Serokê Şaredarîya Eyupsultan Remzî Aydin, Serokê Şaredarîya Esenyurtê Alî Murat Alatepe, Seroka Bajêr a Şaxên Jinan a Stenbolê ya HUDA PARê Munewwer Aktaş û gelek welatîyan ve hat pêşîwazîkirin.

Ozkana ku hat Tirkîyê derbarê mijarê de daxuyanîyek da û spasîyên xwe anî zimên û dû re wiha axivî:  Hemd ji Xweda re xelas bû.  Ez li welatê xwe me û bi hizûr im. Her wisa hatina min li rasta rojeke wisa bi qiymet hat ku ev yek min bextewartir dike. Bi vê wesîlê ez temamê şehîdên me bi bîr tînim. Sefîrê me her tim dozê teqîb dikir. Her tim agahî diha ji min re. Her wisa ew piştgirîyên ku ji Tirkîyê didan min jî ji min re dihatin gotin. Bi rastî jî min zen nedikir ku ew qas destek hatiye dayîn.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.