'Êdî Veger Tuneye'

'Êdî Veger Tuneye'

Jı lîderên hamasê Îsmaîl Henîyye weha dıyar kır: "me ewqas bedel da, êdî veger tuneye, ew ê mucadela me hetanî ambargo bı dawî bıbe dewam bıke."

Êrîşên Îsraîla rejîma terorê yên li ser Ğezzeyê dewam dike û ji lîderên Hamasê Îsmaîl Henîyye beyanatek da.

Henîye weha got: “Em li hember êrîşên sîyonîst Îsraîl di berxwe didin. Ev jî dide nîşandan ku êdî xelkê me qirar daye ku wê Fîlîstînê ji bin îşgalê derxe. Xelkê Fîlîstînê di medresa de bi Quranê mezin bûne. Hêz û qûweta xwe ji îmanê digrin. Înşallah wê ev cejna Remezanê, li me bibe du ‘îdî.”

Îsmaîl Henîyye di dewama beyana xwe de bangî mucahîdan kir û weha got: “Ey xelkê Fîlîstînê, ey mucahîdên Îslamê, berxwedenê dewam bikin. Ew ê Xweda we bighîne zaferê.

Me pir bedel da, êdî veger tuneye. Ew ê mucadela me hatanî ambargo rabe û bi dawî bibe bidome. Îrada me hê sağlemtir e, lewra digel van hemî qetlîaman jî xelkê me, dertên kuçe û kolanan. Destekê didin berxwedana me.”

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.