1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Efserê teqawîdbûyî Ergur: 28ê Sibatê projeyeke NATO ye
Efserê teqawîdbûyî Ergur: 28ê Sibatê projeyeke NATO ye

Efserê teqawîdbûyî Ergur: 28ê Sibatê projeyeke NATO ye

Efserê Teqawîdbûyî Ersan Ergurê ku li Zanîngeha Gumuşhanê di paneleke bi mijar 28ê Sibatê de xebar da destnîşan kir “28ê Sibatê projeyeke NATO ye da ku li Tirkîyê Îslama tahrîfkirî bê bicîkirin.”

A+A-

Li Navenda Kongreya  Zanîngeha Gumuşhanê paneleke bi mijara 28ê Sibatê hat tertîpkirin. Gelek mêvan û kesên axavtvan beşdarî panelê bûn.

Efser Ersan Ergurê ku di wextê wê de ji ber nasnameya xwe ya Îslamî ji arteşê hatibû tefsîyekirin û dû re ji wezîfe re hatibû îlankirin di axavtina xwe ya ku di panelê kir de destnîşan kir wê demê efser û binefserên ku xanimên wan nixûmandîbûn ji arteşê dihatin tafsîyekirin.

 “Çi hikmet be ew aktorên 28ê Sibatê wê rojê wan mensûbên FETO yên ku di 15ê Tîrmehê teşebûsî darbê kirin tesbît nekirin”

Ergur di berdewama axavtina xwe de diyar kir îro efser û binefserên pîrek ên nixûmandî tên girtin TSKyê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di esasa wê de 28ê Sibatê ji ber tesetturê nehat kirin. 28ê Sibatê prangayeke ku dihat xwestin li piyên Tirkîyê bê lêxistin bû. 28ê Sibatê projeyeke NATO ye da ku li Tirkîyê Îslama tahrîfkirî bê bicîkirin.  Çi hikmet be ew aktorên 28ê Sibatê wê rojê wan mensûbên FETO yên ku di 15ê Tîrmehê teşebûsî darbê kirin tesbît nekirin. Delîla herî mezin a vê yekê ev netespîtkirin e.”

“Endamên FETO  serê jinên xwe didan vekirin”

Ergur di berdewama axavtina xwe de diyar kir bicîbûna FETO ya li TSKyê piştî 28ê Sibatê bileztir bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Efserên ku xanimên wan nixûmandîbûn ji arteşê hatibûn avêtin. Kesên ku nehatibûn avêtin endamên FETO bûn û serê jinên xwe dabûn vekirin. Ew hevalên me yên ku hevdemên me bûn hema carekê şûşeyên eraqê kirin destên xwe û beşdarî vexwandinên bi eraq bûn ku me vê yekê fêm nekir. Exlbeyê wan kesên ku wê rojê bi qedehên eraqê ji destên wan nediket berîya 15ê Tîrmehê terfî kirin û bûn tuxgeneral.”

“ Hinek birayên me hene ku bi qerarên daraza 28ê Sibatê di girtîgehan de ne”

Seroka Platforma Jinan a 28ê Sibatê Mîne Îpek jî di panelê de destnîşan kir di pêvajoya 28ê Sibatê de kesên ku bes li mizgeftan dersa Qur’ânê dane û bi sûcê endambûna rêxistina terorê hatine sûcdarkirin  hene û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hinek birayên me hene ku bi qerarên daraza 28ê Sibatê di girtîgehan de ne.”(ÎLKHA)

 










 

Bu haber toplam 369 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.