Em bi plana hevpar a Amerîka û îsraîl re rû bi rû mane
Endamê Yekîneya Sîyasî yê Cepheya Rizgarîya Demokratîk ê Filistînê Xalîdat Huseyîn destnîşan kir “Em bi plana hevpar a Amerîka û îsraîl re rû bi rû mane.”
Di 71emîn salvegera Nekbeyê de ji teref Cepheya Rizgarîya Demokratîk ê Filistînê ve li Beyruta Libnanê li ber avahîya teşkîlata Neteweyên Yekbûyî xwepêşan hat lidarxistin.
Temsîlkarên komên berxwedana Filistînê û partîyên siyasî yên muxtelîf ên li Libnanê jî beşdarî xwepêşana ku hat lidarxistin bûn.
Xalîdat Huseyînê Endamê Yekîneya Sîyasî yê Cepheya Rizgarîya Demokratîk ê Filistînê di xwepêşana ku hat lidarxistin de axavtinek kir. Huseyîn di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir “Em bi plana hevpar a Amerîka û îsraîl re rû bi rû mane. Ji bo planên Trump bi ser nekevin bes şermezarkirinên devkî kêrî tiştekî nayên. Divê ji bo vê yekê li sehayê hinek xebat bên kirin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.