“Em bi şehadeta lawê xwe re şanazî dikin”

“Em bi şehadeta lawê xwe re şanazî dikin”

Hatîp Dagê ku mensûbê Cemaeta Hîzbullah bû di 6ê Adara sala 2002an de li Edenê di encama zextên polêsan de hat qetilkirin. Ji ber ku salwegera şehadeta Hatîb Dagê ye dê û bavê Hatîbî qala şehîdî kirin û her wiha wan diyar kirin ku ew bi şehadeta lawê xwe

Hatîb Dagê ku di sala 2002yan de li Edenê dema ku di mala xwe de bû polêsan li ser mala wî girtin û wî qetil kirin. 14 sal e ku Hatîb şehîd bûye lê di gel vê yekê hêj jî ji teref malbat û hezkiriyên wî ve tê bibîranîn.

Dayîka Hatîbî Gevre û bavê wî bi minasebeta salvegera şehadeta wî ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re axavtinekê kirin û diyar kirin ku ew wek dê û bav bi şehadeta lawê xwe re şanazî dikin. Her wiha hevserê Hatîbî Xanim Cemîle diyar kir ku beriya şehadeta Hatîbî ew hatiye xewna wê û Hatîbî di xew de jê re gotiye ‘Êdî wextê veqetanê hatiye’. Ji ber vê yekê Xanim Cemîle vê xewnê qet ji bîr nake.  

Lawê Htîbî jî diyar kir ku bavê wî û hevalên bavê wî ji wan re mîrasekê gelek mezin hêştine. Ji ber vê yekê dê ew xwedî li vê doza pîroz derkevin.

Bav Haci Pîro Dag wiha qala lawê xwe dike: “Dema ku dest bi rêveçûnê kir êdî ji min veneqeta. Bi min re dihat mizgeftê. Wî perwerdehiya xwe yê destpêkê li Şemrexê domandiye. Dûvre di Benqeya Etiyê de xebitiye. Kesên ku li cem wî dixebitiyana pirr jê hes dikirin. Ji nimêj û rojiyê gelek hez dikir. Qet heramî nexwar. Ji xeynî wî 3 lawê min yên din jî hebûn. Ez ji wan jî razî bûm. Lê di vê warê de ciyê Hatîbî cûda bû. Her kes jê hez dikir. Xwediyê kesayetekê rast bû. Ez bawer im ke ew niha di behişte de ye. Helwesta wî ya ji malbata wî re gelek baş bû.”

 “Ez şanazim ku lawê min şehîd bûye”

Bav Dag bal kişand ku lawê wî ji teref hikûmeta zalim ve hatiye qetilkirin. Dûvre Dag axavtina xwe wiha domand: “Lawê min di rêya Xwedê Teala de bû. Zirarê wî nedigihaşt tu kesî. Hikûmeta wê wextê zalim bû. Di sala 1995an de wî girtin û dûvre wî şandin girtîgeha Çewlîgê. Kesên ku di girtîgehê de jê xêfxweş bûn. Piştî ku lawê min ji girtîgehê derket wî teqîb kirin û wî li Edenê şehîd kirin.”

“Ava sar li ruyê min bike û min rake nimêja sibê”

Dayîka Hatîbî diyar kir ku Hatîb ji zaroktiyê ve ehemiyetê dida nimêja xwe. Dûvre dayîk Gevre axavtina xwe wiha domand: “Hatîb ji zaroktiyê ve ehemiyetê dida nimêja xwe. Ez dayîka wî me. Min wî mezin kir. Exlaq xweş bû. Di zaroktiya xwe de dest bi nimêjê kir. Ji ber ku pirr piçûk bû carinan min nedixwest ku ez wî rakim nimêja sibe. Dûvre dema ku ji xew radibû ji min re digot ‘Te çima min ranekiriye nimêja sibe?’ Heke ku ez ranebûm nimêja sibe ava sar li ruyê min bike û min rake nimêja sibe.”

 “Daxwaziya lawê min ya herî girîng dîtina me bû lê nebû nesîbê wî”

Dayîk Dag wiha axivî: “Lawê min Hatîp piştî ku zewicî ji derve  xwend û beşdarê îmtihanan bû. Ji bo ku têkeve karekî serî lidan kir. Bavê wî jê re digot ‘Ji bo ku tu têkevî karekê bila yekî alîkariya te bike’ Lê Hatîb vê yekê qebûl nekir û wiha diyar kir ‘Ez mineta tu kesî qebûl nakim.’ Di demekê kurt de li Mêrdînê di Dibistana Îmam Xetîbê de dest bi kar kir. Mala xwe bir Mêrdînê. Nêzê 12 salan li Mêrdînê ma. Hikûmeta wî wextê pirr zalim bû. Li ser xebatên îslamî gelek disekiniya. Dest bi lêgerîna wî kirin. Ji ber vê yekê Hatîb, hîcret kir. 4 law û 3 qîzên wî hebû. Me malbata wî anî cem xwe. 3 sal di hîcretê de ma. Ne me wî dît û ne me dikariya ku em bi telefonê pê re biaxivin. Dema ku şehîd bû me wî dît. Daxwaziya lawê min ya herî girîng dîtina me bû lê nebû nesîbê wî.”

 “Dê lawê me di axîretê de ji me re bibe şefa’etkar”

Dayîk Dag desnîşan kir ku lawê wî di rêya Îslam û Qur’anê de şehîd bûye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lawê min bi kesên dîndar re hevaltî dikir. Sûcê lawê min ew bû ku di rêya Îslam û Qur’anê de bû. Lawê min Hatîb şehadetê heq kiribû. Ji ber vê yekê Xwedê Teala şehadetî nesîbê wî kir. Şehadeta wî ji bo Xwedê Teala û Qur’ana pîroz bû. Înşaellah dê lawê min di axîretê de ji me re bibe şefa’etkar.”

Dayîk Dag şîretan li zarokên şehîdan kir. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Bila qîzên şehîdan xwedî hîcab bibin. Bila lawê wan jî li mizgeftan xwedî derkevin. Bila li wir dersê Qur’anê bidin û cîhadê bikin. Bila dev ji doza Xwedê Teala û ji rêya şehîdan bernedin. Bila heta qiyametê vê dozê bidomînin.”

 “Hevserê min heta Qur’ana Pîroz nexwendiba ji mal dernediket”

Hevserê Hatîb Dagî Cemîle Gag diyar kir ku Hatîbî bi ciwanan re eleqeder dibû û çi mihtaciya wan hebûya wan têr dikir. Dûvre Xanim Cemîle axavtina xwe wiha domand: “Ji roja ku ez pê re zewicîme heta îro ez poşman nebûme. Şehîd, mirovekê gelek baş bû. Wî hertim gor asta însanê bi mirov re miemele dikir. Dema ku zarokekê ditîa dest li serê wî/wê digerand. Miemeleya wî ya bi însanan re pirr baş bû. Hemî cîranên xwe ziyaret dikir û wan bê selam nedihêşt. Ji xwe me wê pirr nedidît. Hertim bi ciwanan re eleqedar dibû dersên Îslamî dida wan ciwanan. Mihtaciya wan têr dikir. Her sibe radibû Qur’an Pîroz dixwend. Hevserê min heta Qur’ana Pîroz nexwendiba ji mal dernediket.”

 “Êdî em dê ji hev veqetin”

Xanim Cemîle diyar kir ku di xewna xwe de şehîdbûna hevserê xwe Hatîbî dîtiye û hevserê wê di xew de jê re gotiye ‘Êdî em dê ji hev veqetin’ dûvre axavtina xwe wiha domand: “Dema ku ez ji xew rabûm lawê min yê mezin ji min re got ‘Dayê, bavê min destê xwe danî ser milê min û ji min re got ku dê ew ji me veqete û dûvre çû.’ Dema ku bû sibe cîranên me xeberê şehadeta hevserê min ji min re anîn.”

 “Dema kum in wî dît min jê re got şehadeta te pîroz bibe”

Her dawî Xanim Cemîle di derbarê şehadeta xwe de wiha axivî: “Bi rastî jî şehadeta hevserê min pirr rind bû. Wekê ku di hindirê min de perçekî nûr hebû. Ez bi wê re kêfxweş û dilfireh dibûm. Dema ku wî anîn ez çûm mizgeftê û min 3 caran bi dengekê bilin got ‘Şehadeta te pîroz bibe.”

 “Bavê min ji ber doza xwe wextê xwe bi me re derbas nedikir”

Law Harun Dag destnîşan kir ku bavê wî ji ber doza xwe bi wan re wextê xwe derbas nekiriye. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Ji ber ku bavê min wextê xwe yê herî zêde bi doza îslamê re derbas dikir mê wî zêde nedidît. Me emanetê hevalên xwe yên di heman dozê de bûn dikir. Dema ku li mal bû bavek pirr baş bû. Me hemiyan dişand mizgeftê. Dema ku em 5 salî bûn me dest bi nimêjê kir. Dixwest ku wextê xwe bi me re derbas bike lê wextê wî tinebû.”

 “Bavê min malê dinê terk kir û jiyana xwe bi şehadetê xemiland”

Dag diyar kir ji ber ku bavê wî di hîcretê de bû xuhaya wî bavê wî qet nas nekiriye. Dûvre herî dawî Dag wiha axivî: “Bavê min memûrê dewletê bû. Heke bixwestiba dikariya bi şiklekî hêsan bûbûya xwedî mal û erebe. Lê doza xwe li ser her tiştê digirt. Ji ber vê yekê wî dev ji her tiştê berda. Bavê min malê dinê terk kir û jiyana xwe bi şehadetê xemiland.”  (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.