“Em di Remezanê de ji êtîman re bibin hêvî”

“Em di Remezanê de ji êtîman re bibin hêvî”

Kerwana Umûdê ya Entabê yê ku berîya Remezanê bi sedan kesan re alîkarî belav kir kampanyayeke nû da dest destpêkirin û ji roja ewil vir ve ji malbatên êtîm re alîkarîya erzaqê dike.

Kerwana Umûdê ya Entabê ya ku bi xebatên dike li derdorê tê nasîn xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne. Kerwan, alîkarîyên ku berî niha di bergeha kampanyaya “Werin Em Ji Feqîr û Muxtacan re bibin alîkar de” hatibûn berhevkirin berîya Remenzanê ji kesên feqîr û jar û êtîm re belav dike.

“Di bergeha alîkarîyên ku berîya meha Remezanê dest pê kir de me ji bi sedan malbatan re alîkarî belav kir”

Sekreterê Giştî yê Kerwana Umûdê yê Entabê Nihat Bakşî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew wek komele berîya meha Remezanê ji 400 malbatan re û di meha Remezanê de jî ji hezar û 500 malbatan re alîkarî belav kirine. Bakşî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku me alîkarî belav dikirin nexasim em li ser kesên êtîm radiwestîyan. Em dixwazin ku di meha Remezanê de di mala wan malbatên êtîm de xwarina germ hebe, em dixwazin ku xwarineke wan a germ hebe da ku karibin fitara xwe vekin. Ji ber vê yekê em bûn seferber. Di vê meha Remezanê de me digel endam û dildarên xwe di bergeha kampanya “Di Remezanê de ji feqîran re bibe hêvî” de alîkarî  berhev kir. Em di naveyna xêrxwaz û feqîran de dibin pir.”

Bakşî di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew dema ku çend seatên jimartî ji fitarê re dimînin paketên erzaqan ji malbatên êtîm re belav dikin.(ÎLKHA)








 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.