“Em ê bi teleba makeqanûneke 'adil di sehneya siyasetê de bin”

“Em ê bi teleba makeqanûneke 'adil di sehneya siyasetê de bin”

ENQERE - Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz di Kongreya Mezin a Asayî ya 2yemîn a HUDA PARê de axavtinek kir.Yavuz di axavtina ku kir de diyar kir ew ê bi teleba makeqanûneke edil di sehneya siyasetê de bin.

Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ji bona însanên ku bawerî anîne û weke ku ji wan re hatiye gotin di rêya rasterast de ne di demeke ku tê de tê gotin ‘Siyaset bêyî menfeat û derewan nayê kirin’ de  kirina siyaseteke dirist ne hêsan e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em bi namzedekî rast windakirinê ji bi namzedekî çewt  serketinê  re tercîh dikin.Em mensûbên têgihiştineke bi vî awayî ne ku di vî warî de em bi şiûra hesabdayîna ji Xweda Telala re ya hemû axavtin, soz û gavên ku em ê biavêjin tevdigerin.Ji roja ku em hatine damizrandin vir ve me ji gotina tiştên ku em dizanin rast in û li feydeya milletê xwe neda paş û ji vê gotinê jî em netirsiyan.”

Yavuz di derheqê xebatên hilbijartinê û kirina siyaseta çewt de nirxandininan kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em van îhlalên ku di warê kirina siyasetê de û di xebatên hilbijartinan de tên kirin û neheqiyên ku li însanan tên kirin wek îhlala heqê evdan dibînin.Ji ber vê yekê me xwe ji tenê kirina rexnê û siyaseta xeyrî exlaqî da hêlekê.Me ji dêla van de pêşniyazkirina çareseriyan û bikaranîna uslûbeke paqij kire bingeha siyaseta xwe.Em makeqanûneke nû ya ku zextên tu dînekî an bêdinitiyê an jî  îdeolojiyê li tu kesî nake teleb dikin û em ê bi vê armancê di sehneya siyasetê de cihê xwe bigirin.”

Yavuz di dawiya axavtina xwe de qala rewşa xirab û nebaş a welêt kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em ê hewl bidin da ku ji bona di erdnigarîya me ya ku bûye gola xwînê de bibin ‘Umûd û Xelaskar.’ Her wiha em  vê misyona xwe bi ezm û qerar û bi bangeke bilind îlan dikin.”(ÎLKHA)







 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler