“Em ê destûrê nedin rêxistineke cudaxwaz a mîna YPGê zêdetir ax qezenc bike”

“Em ê destûrê nedin rêxistineke cudaxwaz a mîna YPGê zêdetir ax qezenc bike”

Berdevkê Serokomartîyê Kalin derbarê operasyona Efrînê de destnîşan kir “Em ê destûrê nedin rêxistineke cudaxwaz a mîna YPGê zêdetir ax qezenc bike.”

Arîkarê Sekreterê Giştî û Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin derbarê operasyona Efrînê de pirsên BCC Worldê bersivand.

“Ev operasyon li dijî wê rêxistina terorê ya ku Amerîka ji ber ku bi DEAŞê re micadele dike destekê didiyê tê kirin”

Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin di axavtina xwe ya ku kir de di bîran xist ku Tirkîye di bergeha Mertala Feradê de qada 2 hezar kîlometre çarçik ji DAIŞê paqij kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em dixwazin heman dîmenê li Efrînê jî bibînin, ew ê ev der ji terorîstan bê paqijkirin. Ew ê ev der jî ji teref xelkê ve bê îdarekirin. Em li ser sînor ewlehîya xwe tesîs bikin. Ev yek ji yekbûna axa Sûrîyê ve girîng e. Em ê destûrê nedin rêxistineke cudaxwaz a mîna YPGê zêdetir ax qezenc bike.  Armancên esil ev in. Ev yek teqez operasyoneke li dijî Kurdan, Sûrîyê û Efrînê nîne. Ev operasyon li dijî wê rêxistina terorê ya ku Amerîka ji ber ku bi DEAŞê re micadele dike destekê didiyê tê kirin. Em dixwazin bê tehdîda li ser sînorên xwe berteraf bikin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler