“Em ê Mertala Feradêbi operasyona Afrînê bidomînin”

“Em ê Mertala Feradêbi operasyona Afrînê bidomînin”

Serokomar Erdogan destnîşan kir ew ê Mertala Feradêbi operasyona Afrînê bidomîne.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axavtina xwe ya ku li Tokatê di Kongreya Bajêra Tokatê ya AK Partîyê kir de derbarê operasyona Afrînê de wiha got: “Êdî kêr gihaşt hestî. Em ê temamê rêxistinên ku bo me tehdîd in di çavkanîyên wan de berteraf bikin. Em ê di wan rojên pêşîya me de wê operasyona xwe ya sînor ji terorê paqijkirinê bi Afrînê bidin domandin.”

“Em terorîstê li Sûrîyê jî û ya li welatê me jî baş nas dikin”

Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir dibe ku em şevekê ji xafil ve werin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em terorîstê li Sûrîyê jî û ya li welatê me jî baş nas dikin. Dibe ku em şevekê ji xafil ve werin. Bila me temaşe bikin. Niha li ser sînor tacîzeke biçûk nîşaneya avêtina gavên pêwîst e. Dibe ku hinek weşal bi hokkabazîyê wan rêxistinên ku wek terorîstên qebûl kirine wek dost nîşan bidin, lê bo me terorîst li her derî terorîst e.

ÎLKHA


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.