Em ê Qudsê ji însafa welatekî ku qatilê zarokan be re terk nekin

Em ê Qudsê ji însafa welatekî ku qatilê zarokan be re terk nekin

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi gotinên “Em Qudsê ji însafa welatekî ku qatilê zarokan be re terk nekin” bertek nîşanî sîyonîstan da.

Serokomar Erdoganê ku li Sewasê beşdarî kongreya partîya xwe bû ji naskirina Amerîka ya Qudsê wek paytexta sîyonîstan re bertek nîşan da.

Erdoganê ku di kongreyê de diyar kir “Bo me tu hukmê daxuyanîya Trump  tune ye” derbarê mijarê de wiha got: “îsraîl dewleteke terorê ye.”

Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji xwe bi em tu hukmê daxuyanîya Trump tune ye û dû re wiha got: “ Tu qiymeta gotina wî tuneye. Tu qedr û qiymeta îlankirina wê derê wek paytext û veguhastina seferatê tuneye. Ev yek bo me bêhukm e. Quds nûra çavên me ye, em ê Qudsê ji însafa welatekî ku qatilê zarokan be re terk nekin.”

ÎLKHA



HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.