“Em ê wek HUDA PARê bibin şopînerên gilî û gazinên welatîyên xwe”

“Em ê wek HUDA PARê bibin şopînerên gilî û gazinên welatîyên xwe”

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Huseyîn Yilmaz û heyeta digel wî li Taxa Pîrînçlîka Diyarbekirêdikandaran ziyaret kirin û derd û kulên wan guhdar kirin.

M. Huseyîn Yilmazê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û  heyeta pê re li Taxa Pîrînçlîka Kayapinara Diyarbekirê esnafan ziyaret kirin û derd û kulên wan guhdar kirin.

Piştî ziyaretên ku hatin kirin re Yilmaz nirxandinan kir û diyar kir gelek problemên ciddî yên esnafan hene ku ev problem esnafan gelekî zêde mexdûr dikin.

 “Divê rayedar li ser vê mijarê birawestin”

Yilmaz di axavtina xwe de diyar kir ew ewlehîyên ku bo wê qereqola li ser rêya gund  hatine standin jî gundîyan mexdûr dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li taxa me Pîrînçlîkê  problema herî mezin a dikandarên me ewlehîyên ku bo qereqolê hatine standin û rêya ku hatiye girtin e. Ji ber ku rê girtiye muşterîyên ku ji herêma Karacadaxê tên nayên gund. Ev yek dibe sedem ku esnaf mexdûr bibin. Rayedar ger bixwazin dikarin berê biguherînin. Demildest divê rayedar li ser vê meselê bisekinin û çareyekê bibînin.”

 “Em wek HUDA PARê dê bibin şopînerên gilî û gazinên welatîyên xwe”

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir welatî ji binêsazîyê jî gilîdar in û Pîrînçlîka ku tax e bûye wek gundekî û ji xizmetên şaredarîyê mehrûm hatiye hiştin. Yilmaz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Problemeke din a şênîyên Pîrînçlîkê problema binêsazîyê ye, lewra beşeke binêsazîyê ha tiye çêkirin û beşek jî nehatîye çêkirin. Her wiha hêj hinek sikak û kolan nehatine çêkirin. Ev tev divê demildest bên çêkirin. Em wek HUDA PARê dê bibin şopînerên gilî û gazinên welatîyên xwe.”

 “Divê ji keyfê re musade neyê kirin”

Yilmaz di dawîya axavtina xwe de de diyar kir şênî îddîa dikin rayedarên DEDAŞê dema ku tespîta ceyrana qeçax dikin neheqîyan dikin û li gor usûla wê hereket nakin û li gor îddîayan memûrên DEDAŞê ne li cihê wê li ber masê tesbîtan dikin.

Yilmazê ku diyar kir welatî herî zêde di vî warî de gilîdar in û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Welatîyên me dibêjin ku gilîyên wan ên hatine kirin ji teref sazîyê ve nayên nirxandin. Ev îddîayên ciddî ne. Divê tespîta ceyrana qeçax bi kamerayan bê kirin. Her wisa divê mixtar an jî ji cîrana  kesek wê demê amade be. Bi vî awayî divê tespîr di hizûra kesê sêyem de bê kirin. Naxwe tê îddîakirin kesên memur li gor keyfa xwe li ser masê tesbîtan dikin. Divê ev îddîa ji teref rayedaran ve bên lêkolînkirin. Divê ji keyfê re musade neyê kirin. Em bibin şopînerê vê mijarê jî.

ÎLKHA




















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.