"Em ênirxên Îslamî û exlaqê bi siyasetê bidin qezenckirin"

"Em ênirxên Îslamî û exlaqê bi siyasetê bidin qezenckirin"

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Aydın Gök beşdarî 2yemîn Kongreya Awerte ya Midyada Navçeya Mêrdînê bû û destnîşan kir, em ênirx û exlaqê Îslamî bi siyasetê bidin qezenckirin.

HUDA PARê li Midyada Navçeya Mêrdîn 2yemîn Kongreya Awerte pêk anî. Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Aydın Gök beşdarî kongreyê bû û îfade kir ku partiya wan bi nirxên îslamî û erkên exlaqî hereket dike û da zanîn ku pêwistiya sîyaseta Tirkiye û gel bi HUDA PARê heye.       

Kongreya Mîdyadê di Salona Konferansê ya Dibistana Pêşî û Navîn ya Kocatepeyê de hat lidarxistin. Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Aydın Gök, endamê Sazûmana Şêwrê yê Navenda Giştî yê HUDA PARê Seyîtxan Aksoy, Serokê Bajarê Mêrdîn yê HUDA PARê Şehmûs Akman, Endamê Heyeta Rêveberî yê AK Partiyê Abdulkadîr Atasal, Seroke Navçeya Mîdyadê yê Partiya Saadetê  Abdullah Çelîk, Temsîlkarên Partiya Buyuk Bîrlîkê, Alîkarê Serokê Şaredarîya Mîdyadê Tevfîk Baysal û bi beşdarbûna endam û dildayên partiyê hat tertîpkirin. 

Piştî navê delegeyan hat xwendin û hejmara delegeyan gîha piraniyê, kongre dest pê kir. Piştî hilbijartina nûnerên civaka dîwanê di rêveberiya Serokê Navçeyê yê HUDA PARê de ji bo hilbijartinê teklîf hat dayîn û nîv saet navber hat dayîn.  

Kongre ji teref Ahmet Îşler ve bi xwendina Qur’anê dest pê kir û bi axaftina silavdayinê ya Serokê Bajarê Mêrdîn yê HUDA PARê Şehmûs Akman  dewam kir.   

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Berpirsyarê Karên Civakê Aydın Gök bahs û qala damezrandina HUDA PARê kir û weha pê de çû, dema ku siyaset di nava civakê de wek dizî û çirpandin û derewan dihat zanîn ew bi referanseke îslamî ketine siyasetê.  

Gök destnîşan kir ku armanca wan ji siyasetê re pêşîvantî kirine û heta roja îro HUDA PARê di siyaseta derve û hundur de ji çi re gotibe rast e ew rast derketiye û ji çi re gotibe xelet e jî ew bê îstîsna xelet derketiye, ji vê re polîtîkaya Surî, pêvajoya çaresereriyê û FETO  mînak in.

Gök destnîşan kir ku Midyad ji bo çand, bawerî û zimanên ji hev cûda mînak e  û xwest ku 2yemîn kongreya awerte yê bibe sedema xêran.   

Aydin Gök di berdewama axaftina xwe de weha got: “Bi salan xwestin Îslamê derveyî sîyAsetê bigrin û xwestin Îslamê tenê di mizgeft û dilê însanan de heps bikin û di navbera îslam û însanan de dîwarên qalind înşa bikin. Ji Adem(a.s)  vir ve micadela heq-batil, rastî-nerastî û başî-nebaşiyê dewam dike û em dixwazin li hêla heqî, rastî û dirustiyê cîh bigrin. Ji bo maslahata gel her tim em amade ne û me ev di referandûm û 15ê Tîrmehê de derxist holê.”    

"Em ê  nirxên Îslamî û exlaqê bixin nava siyasetê”

Gök, diyar kir ku ewê ji dirûma Misliman û civakê re bêdeng nemînin û çi ji destên wan were wê bikin û wiha pêde çû: “ Armanca me ew e ku em nirxên Îslamî û exlaqê bi siyasetê bidin qezenckirin “.

"Divê em zanibin ku doza me giran e û barê me bi qiymet  û pîroz e"

Gök di axaftina xwede da zanîn kû kongre ji bo nûbûn, motîvasyonê û destpêkek nû pir girîng e û ji endam û dildarên partiya xwe tewsiyên girîn kir û wisa pêde çû: “Em wek HUDA PARê zanin doza me giran û bi qiymet e. Divê temamê birayên me di vê hişmendiyê de bin. Lazim e em tev di vê mijarê de bi dîqet bin û hişyar bin. Di karê xwe de di miameletê xwe de û di jiyana malbata xwe de hişyar bin. Rast e barê me girane, lê belê em û malbatê xwe lazime em ji bo xelasiya însana bixebitin.” (ÎLKHA)  






























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.