‘Em hemû Yasîn Boru ne’

‘Em hemû Yasîn Boru ne’

Di çarçoveya kampanyaya ku ji bona Yasîn Boru û hevalên wî hatibû detpêkirin de goştê qurbanan hat belavkirin.

Di çarçoveya kampanyaya ku bi slogana ‘Goştên qurbanan ên ku Yasîn nikaribû bigihîjîne hûn bigihîjînin’ a ku ji bo bîranîna Yasîn Boru û hevalên wî hatibû destpêkirin de goştê qurbanan hat belav kirin.Her wek tê zanîn Yasîn Boru û hevalên wî yên ku dema ku di Eyda Qurbana borî de goşt belav dikirin ji teref PKKyîyan ve bi şiklekî wehşîyane hatibûn qetilkirin.

 “Ji temamê dinyayê ji bona kampanyayê piştgirî tê”

Serokê Komeleya Yetîm-Derê Fîkrî Karavîl  di derbarê kampanyaya ku hatîye destpêkirin de ji ÎLKHAyê re wiha axivî: “Ez dixwazim di destpêkê de eyda temamê mislimanan pîroz bikim.Me ji bona bîranîna Yasîn û hevalên wî kampanyayek da destpêkirin.Hemd ji Xwedê ji bona vê kampanyaya ku dest pê kiriye ji temamê dinyayê destek û piştgirî tên. Bi kûrtasî hemû kes li gor quweta xwe ji bona vî karî seferber bûye. Em gişt di nava hewldanekê de ne da ku em bigihîjîn hedefa Yasîn Boru û hevalên wî.Li gor sala borî xebatên me yên di warê belavkirina goştê qurbana de zêdetir bûne.Ji derveyî Diyarbekirê ji bajarên din heta ji welatên din jî kesên dildar tênDiyarbekirê  û li vê derê li ser navê Yasîn  Boru û hevalên wî goştê qurbanan ji kesên feqîr û hewcedaran dikin.Hinek ji wan ji Norveç û Ingilîstanê û hinek jî Kanadayê hatin vê derê.Her wiha ji nava welêt jî ji gelek bajêran ji bona piştgirîyê bidin vê kampanyayê hatin Diyarbekirê.”

 “Armanca hatina me ya vê derê xwedîderketina mîrasa Yasîn û hevalên wî ye”

Omer Karadagê ku piştgirîyê dida kampanyayê di derbarê mijarê de wiha axivî: “Em hemû misliman in ,dîsa em hemû Yasîn Boru ne.Em mecbûr in alîkarîya kesên feqîr bikin.Lewra em birayê hevdu ne.Werin em digel hevdu îştîraqî vê seferberîyê bibin. Ez karê înşaatê dikim ne ya qesabtîyê. Ez hatim vê derê da ku piştgirîyê bidim wan. Bi vî awayî ez dixwazim li wê mîrasa ku Yasîn û hevalên wî ji me re hiştinê xwedî derbikevim.Xwedê Teala ji temamê mislimanan razî be.”

 “Em tola wan bi xwedîderketina doz û dawa wan hildidin”

Her wiha kesên dildar ên ku ji bona piştgirîyê bidin kampanyayê hatibûn jî destnîşan kirin ew bi vê piştgirî û xwedîderketinê  him tola Yasîn û hevalên wî distînin û him di rêya Xwedê û Resûlê Xwedê de dimeşin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.