“Em ji zarokan re mizgeft, cemaet, bang û Îslamê bidin hezkirin”

“Em ji zarokan re mizgeft, cemaet, bang û Îslamê bidin hezkirin”

ÇEWLÎG - Kursên Qur’anê yên Havînê yên ku li gelemperê Tirkiyeyê didome bi teybet li Çewlîgê bi coş derbas dibe.

Zarok li Çewlîgê bi zidehî beşdarê Kursên Qur’anê yên Havînê dibin. Zarokên ku diçin mizgeftê ji xeynî dersê Qur’anêilmê dînî jî hîn dibin.

Melayê Mizgefta Selahaddîn Eyyubî ya Taxa Uydukenta navenda Çewlîgê Cahît Çakan diyar kir ku bi şiklekî zêdehî beşdarê kursê dibin. Çakan di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî.

Çakan wiha axivî: “Ev 11 sal e ku ez di Mizgefta Selahaddîn Eyyubî de melatî dikim. Ji 20ê Hezîranê pê ve kursa Qur’anê dest pê kir.  Niha nêzê 300 xwendekaran wek qeydkirî di şmizgefta me de hene. Li kêleka me kursa qîzan heye. 130 xwendekarên wê hene. Em ji bo ku bi şiklekî baş ders bidin van xwendekaran bi 3 xoce û 9 kesên wek alîkar yên ku miftîtî şandiye vir re dixebitin.”

 “Piştî Meha Remezanê dê xwendekarên me zêdetir bibin”

Çakan diyar kir ew hewl didin ku perwerdehiyekê baş bidin van xwendekaran. Dûvre Çakan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wekê salên berê dê em xizmeta herî baş bidin. Niha em rojên herî dawî yên Meha Remezanê dijîn. Piştî Meha Remezanê dê xwendekarên me zêdetir bibin. Ez hêvîdarim ku dê jimara xwendekaran bibe 700.”

Çakan wek axavtin wiha şîretê li weliyên xwendekaran kir: “Em ji weliyên xwendekaran dixwazin ku zarokên xwe bişînin kursên Qur’anê da ku ew hînê mizgeftê bibin. Divê ku malbat van kursên Qur’anê wekê saziya perwerdehiyê bibînin. Divê giringiya ku didin hevotin û hînkirinê bi heman şiklê giringiyê bidin vî kursê jî.”

 “Divê ji bo pêşeroj nifşek çêtir were mezinkirin”

Çakan bal kişand ku hebûna xwendekaran a li dibistan û mizgeftan faktorek girîng e. Dûvre Çakan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê ku him li dibistan û him jî li mizgeftê piştgiriya malbatan hebe. Heke tunebe mimkun nîne ku em ser bikevin. Di kursê de em dê Qur’ana Pîroz, jiyana Resulullah (as), îbadet, exlaq û mijarên din yên girîng hînê xwendekaran bikin. Ji ber vê yekê em dixwazin ku dê û bav di derbarê vî yekê de hesas dibin. Divê ji bo pêşeroj nifşek çêtir were mezinkirin.”

 “Divê ku em mizgeftan ji zarokên xwe re bidin hezkirin”

“Çakan di derheqê perwerdehiya ku didin de wiha axivî: “Em Qur’ana Pîroz, Elîf-Ba, ilmên dînî jiyana Resulullah (as), îbadet, exlaq, îtîqadê hînê xwendekaran dikin. Kursên havînê bes ew der nîne ku ilmên dînî tê hînkirin. Ji xeynî vê yekê em mizgeft, minber, mela, muezin cemaeta mizgeftê hînê wan dikin. Ji ber vê yekê bi taybet em nimêja nîvro wek cemaet bi zarokan didin edakirin. Divê ku em mizgeftan ji zarokên xwe re bidin hezkirin.”

 “Armanca me ew e ku em zarokan hînê mizgeftan bikin”

Çakan di derhqê fealiyetên civakî yên ku ji bo zarokan lidardixin de axivî. Wî wiha destnîşan kir: “Kluba Werzîşê ya Diyanetê ya ku di bergeha miftitiya bajêr de karûbarên xwe bi rê ve dibe bernamekê fitarê lidar xist. Em bi 150 xwendekaran re beşdarê vî bernamê bûn. Armanca me ew e ku em zarokan hînê mizgeftan bikin.” (ÎLKHA)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.