Emîne Şahîna ku bi şikleke bêhiqûqî hatibû girtin hat berdan

Emîne Şahîna ku bi şikleke bêhiqûqî hatibû girtin hat berdan

Emîne Şahîna ku bi îddîaya heqaretkirina Ataturk hatibû girtin bi şerta kontrola edlî hat berdan.

Di 10ê Mijdarê de li Edîrnê di dema merasîmên 10ê Mijdarê de ji ber ku Emîne Şahîn gotibû “ev yek qiyamek e” ji teref polêsan ve pêşî hatibû binçavkirin û dû re jî ji teref mehkemê ve hatibû girtin ku Şahîn doh bi şerta kontrola edlî hat berdan.

Berî niha parêzerên HUDA PAR, MAZLÛM-DERû Komaleya Hiqûqnasan ji girtîbûna Emîne Şahîn re îtîraz kiribûn ku ev îtîraz ji teref Hakimtîya Cezaya Sulhê ya Yekemîn a Edîrnê ve hat nirxandin. Di encama nirxandina ku kirin de mehkeme qerar da ku Emîne Şahîn bi şerta kontrola edlî bê berdan.

Hiqûqnasên ku derbarê mijarê de nirxandinan kirin destnîşan kirin bi şerta kontrola edlî serbestberdana Emîne Şahîn bêhiqûqîyeke cuda ye ku divê berat bike.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler