1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Emerîka: Em endişeyên Tirkîye yên di warê ewlehîyê de fêhm dikin
Emerîka: Em endişeyên Tirkîye yên di warê ewlehîyê de fêhm dikin

Emerîka: Em endişeyên Tirkîye yên di warê ewlehîyê de fêhm dikin

Berdevka Wezareta Karûbarên Dervê ya Emerîka Heather Nauert, îfade kir ku em endişeyên Tirkîye yên di warê ewlehîyê de fêhm dikin lê belê ji bo em nehêlin carek din IŞÎD li rojhilata Sûrî derkeve holê em micadele dikin.

A+A-

Berdevka Wezareta Karûbarên Dervê ya Emerîka Heather Nauert, di daxwuyanîyek çapemenîyê de derbarê operasyona Tirkîye ya Efrînê de îfadeyên wek “li devera zêdebûna rageşîyê” bikar anî û got: “Em endişeyên Tirkîye yên di warê ewlehîyê de fêhm dikin lê belê ji bo em nehêlin carek din IŞÎD li rojhilatê Sûrî derkeve holê em micadele dikin.

Naurt, di warê zîyareta Wezîrê Karûbarên Derve yê Emerîka Rex Tillerson ya Tirkîyeyê de îfade kir ku ev zîyeret derdixe holê ku bê ev mijara ji bo Emerîka çiqas ciddîye û wiha got: “Me di warê zêdebûna şidetên li Sûrî û bi taybetî jî li Efrînê me bi mixatabên xwe re ji paya bilind me gelek hevdîtîn kir. Em di vî warî de endîşeyên Tirkîye fêm dikin. Em ne tenê ji bo Tirkîye di mijara Sûrî de ji bo Emerîka û dewletên din çi hewcebike ji bo em çareser bikin em dixebitin û em dixwazin guftegoyan bikin.” 

Berdevka Wezareta Karûbarên Dervê ya Emerîka Nauert, li ser pirsek ji gotina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya ku gotibû hin kes dibêjin “Heger limexin emê bi tundî bersivê bidinê, van kesên wisa dibêjin dive ku wan di emrê xwe de şîmaqa Osmanîyan nexwarî yê”. Nauerte got: “Ezê bersivê nedim her gotinên serokên dewletên bîyanî” û bersiv neda vê pirsê.

Li ser ser pirsek guherandina navê rêya Sefareta Emerîka têdeye wek “Çiqlê Zeytûnê” jî wiha got: “Ev mijarek Tirkî ya navxweyî ye”. Li ser pirsek li Tirkîye gotinên li hember Emerîka her ku diçe zêde dibe Nauertê got: “Van gotina wê polîtîkaya me ne guherîne”.

ÎLKHA

Bu haber toplam 950 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.