Emrîqa: Em li Xezzeyê nîşanên qirkirinê nabînin

Emrîqa: Em li Xezzeyê nîşanên qirkirinê nabînin

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlehîya Neteweyî ya Qesra Spî John Kîrb weha got, “Em li Xezzeyê nîşanên qirkirinê nabînin, em ê destekdayîna ji îsraîlê re berdewam bikin”

Kîrbyê di civîna çapemenîya rojane de axivî û got Emrîqa li Xezzeyê nîşana qirkirinê nabîne, encax wî diyar kir ku hejmarê mirîyên zêde dibînin.

Kîrby weha got, “Em di warê bi hesaba leşkerên îsraîlê armanc dikin ku xelkê Fîlîstînê tune bikin de tu nîşanekî nabînin. Ew armanc dikin tehdîda ku HAMASê çêkirîye tune bikin. Hejmarê mirîyên sîvîl ên ku mirov qebûl bike sifir e encax me tiştekî ku artêşa îsraîlê bi nîyeta qirkirinê çalakîyekî li dar dixe an jî tu çalakîyekî wî yê sûcdarî nedîtîye.”

Kîrby îfade kir ku Emrîqa daîma îddîayên “qirkirinê” bêbingeh dibîne, “Em wisa bawer dikin ku gerek îsralê li hember rêxistina HAMASê ku dixwaze wan ji xerîtayê tune bike xwe diparêzin destekgirtinê bidomînin. Ji ber vê yekê em ê destekdayînên xwe yên ji îsraîlê re bidomînin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.