Ensarullah: Me keştîya Îngîlîzan hedef girt

Ensarullah: Me keştîya Îngîlîzan hedef girt

Ensarullahê Yemenê, diyar kir ew keştîyekî bazirganîyê ya Îngîlîzan ku diçû Benderên Fîlîstîna ku hatîye îşxalkirin hedef girtin.

Berdevkê Ensarullahê Yemenê Yehya Serî, di daxuyanîya ku parve kir de, îfade kir ku ew vê operasyonê ji bona desteka ji berxwedana li Xezzeyê re û ji bo ji êrîşên Îngîlîz-Emrîqayê re bersivê bidin li dar xistine.

Serî, îfade kir ku ew keştîyê bi fuzeyên munasîb hedef girtine.

Hat daxuyandin ku ew ê van operasyonên ku di Behra Sor û Behra Ereb de têne lidarxistin, heta ku êrîşên li dijî wan û dorpêça ku li Xezzeyê heye dawî nebe berdewam bike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.