Erdhejzede: Bihayên hatine eşkerekirin zêdeyî budça me ye.

Erdhejzede: Bihayên hatine eşkerekirin zêdeyî budça me ye.

Welatîyên ku salek berê li Samsata navçeya Semsûrê di erdhejê de mexdûr bûbûn ji bihayê avahîyên ku ji bo wan hatîye çêkirin gilîkarin û îfade dikin ku bihayê avahîyan zêde ye û budçeya wan derbas dike.

Di 2ê Adara 2017an de li Samsata Semsûrê bi mezinahîya 5,5 erdhej çêbûbû û gelek welatî mexdûr bûbûn û malêwan hilweşîyabûn. Erdhejzede îfade dikin ku avahîyên ji bo wan hatîyê ava kirin budçeya wan derbas dikin.

Erdhejzede îfade dikin ku di gel germa havînê wan pir zehmetî kişandîye û di çadirên jiteref AFADê ve hatine çêkiririn de jiyana xwe dewam kirine.

Welatîyên di heqê avahîyên wê li Samsatê bên avakirin de axifîn û îfade kirin ku avahîyên wê bi mezinahîya 120 metreyî den bên avakirin bihayê ji bo wan tê xwestin zaf zêdeye û butçeya wan derbas dike.

Îsmaîl Kuşukaslan, îfade kir ku dahata wan di bin sînorê birçîbûnê de ye û wiha got: “Bi gelemperî dahata welatîyên me dibinê sînorê birçîbûnê de ye. Ev miletayê çawa debara mala xwe bikin û wê çawa qestên malên xwe bidin. Di heman wextê de Samsat navçeyek me ya kevneşopîye û ev navçeya me di sala 1987an de ji terev GAPê ve hatîye mexdûrkirin û di sala 2017 de jî bû mexdûrê erdhejê. Em dixwazin dewlet di her warîde ji bo ev navçeya me ya dîrokî ji holê neyê rakirin piştgirîya me bikin. Di gel vana teva kon ne li gor jiyana me ye. Ji ber ku jiyana konan ne li gor urf û adetên me ne em dixazin kesên karbidest gavek berî gavekê dest bavêjin vê mijarê û mexdûrîyeta me bê çareserkirin.” 

Muslum Erturk, jî destnîşan kir ku bi bihayê ew dixwazin li Samsati pir hindik kes dikarin malan ava bikin û wiha got: “Ev bihaya ne li gor dahata tu kesîye. Hêvîya me ji dewletê ewe ku em dixwazin di vî warî de ji me re bibin alîkar. Gel bi zêdeyî diçin derveyî bajêr wek karkerê wehdetiyê dixebitin û ji ber vê yekê bi zor û zehmetî debara xwe dikin.”

Ji esnafên navçeyê Bekîr Dere îfade kir ku bihayê avahîyan yên hatine eşkerekirin ne li gor budçeya wane û got: “Biha zaf zêde ye, gelê me feqîrîn û nikarin vî perî bidin. Em ji dewleta xwe dixwazin vî behayî hebkî kêm bikin. Samsat li deverek zor û zehmetî ye. Aborîya wê hilweşîya ye. Em dixwazin dewleta me di vî warîde ji me re bibe alîkar. Dibêjin emê bibin alîkar em hêvî dikin bibin alîkar. Gelê me feqîre derfeta wan ya vana bikire tineye. Em hêvî dikin ku dewleta me alîkarîya me wê bike.

“Îmkan û derfetên me tineye em 170-180 hezar lîreyî bidin”

Bedîr Ozak û Îsmal Avciyê li gundê Birêkirê îkamet dikin îfade dikin îmkan û derfetên wan tineye û ew nikarin bi bihayê 170-180 hezar lîreyî avahîyan bikirin.

ÎLKHA








































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.