Erdogan: Amerîka 4 hezar û 900 TIR çek şand Sûrîyê

Erdogan: Amerîka 4 hezar û 900 TIR çek şand Sûrîyê

Serokomar Erdoganê ku çû Xarpêtê di axavtina xwe ya ku kir de diyar kirAmerîka 4 hezar û 900 TIR çek şand Sûrîyê.

Serokomar Erdogan bo beşdarî Kongreya Bajêr a 6emîn a Xarpêtê ya AK Partîyê bibe çû Xarpêtê. Erdogan xitabî xelkê kir. Erdogan di axavtina xwe de Amerîkaya ku çekan dişîne ji PYDê re rexne kir.

“Muttefîkî û hevkarîyeke wisa ya çênabe”

Erdogan di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir “bila ew kesên ku qaşo mutefîkên me û li Sûrîyê çekan didin rêxistinên  terorê bila xwe cardin test bikin” û dû re axavtina xwe wiha domand: “ Tirkîye gav bi gav taqîb dike. Gelo hûn dizanin di sala 2017an de Amerîka çi qas çek şandiye ji rêxistinên terorê yên li Sûrîyê re? 4 hezar û 900 TIR. Em van yekê dizanin. Muttefîkî û hevkarîyeke wisa ya çênabe. Ew ê tu rabe çekan bidî YPG û PYDê û dê dû re ji me re bibêjî ‘em bi we re şirîkên stratejîk in.’ Tu kes bi vê gotinê naxape. Em dizanin we 2 hezar balafirên ku çek di nav wan de bûn we daxiste balafirgehên li Sûrîyê û we wan ji rêxistinên terorê belav kir.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler