Erdogan bi Trump re hevdîtin kir
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump li ser telefonê bûyera Cemal Kaşikçi axivîn.
Doh êvarî Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump li ser telefonê hevdîtinek kirin û bûyera Cemal Kaşikçi nirxandin.
Derbarê mijarê de ji teref Serokomartîyê ve daxuyanîyeke nivîskî hat weşandin. Di daxuyanîya ku hat weşandin de hat diyarkirin di hevdîtina ku di navbera he du serokan hat kirin de meseleya Cemal Kaşikçi, geşedanên dawî yên li Sûrîyê û mucadeleya bi terorê re de nirxandin hatin kirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin her du serok jî hemfikr in ku divê bûyera Rojnamger Cemal Kaşikçi bê ronîkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.