Erdogan di Forma Kar de wê desteka ku Amerîka dide PKKê anî rojevê
Serokkomar Erdoganê ku di Forma Kar a Kûrewî ya Bloombergê de daxuyanî da wê desteka ku Amerîka dide PKKê anî rojevê.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di Forma Kar a Kûrewî ya Bloombergê de derheqê rojevê de daxuyaniyan da. Erdogan di daxuyaniya ku da de derheqê desteka ku Amerîka dide PKKê de wiha axivî: “Ew desteka ku li Sûriyê ji rêxistinên terorê re tên kirin derketiye li ser 3 hezar TIRan.Li vê derê tanq, top, wesayîtên bi zirx û muhîmat hene. Kî dikare garantî bidî min ku ew ê sibe ev çek li hember min neyên bikaranîn?”
Erdogan di berdewama axavtina xwe de wiha bang li Trump kir û wiha axivî: “Divê niha ji vir çend tiştan ji Birêz Trump re bibêjim.Divê ew kesên ku me temaşa dikin vê yekê zanibin.Ew rêxistina terorê PYD a ku digel Amerîka li Raqqayê li hember DEAŞê micade dike rêxistineke terorê ye. Rêxistineke terorê li hember rêxistineke din a terorê şer dike ku ez vê yekê fêm nakim. Çima ev yek tê kirin?.”
İLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.