Erdogan di vebûyîna Asta Bilind a Însanî ya Dinyayê de axivî

Erdogan di vebûyîna Asta Bilind a Însanî ya Dinyayê de axivî

STENBOL - Erdogan di Civîna Însanî ya Dinyayê ya ku ji teref YN (Yekitiya Neteweyiyan) ev cara ewil e ku hatiye lidarxistin û Tirkiye jî jê re mazûvantî dike de axivî.

Erdogan di Civîna Însanî ya Dinyayê ya ku ji teref YN (Yekitiya Neteweyiyan) ev cara ewil e ku hatiye lidarxistin û Tirkiye jî jê re mazûvantî dike de axivî. Nêzê 60 serokên dewlet û hikûmetê beşdarê kongreyê bûn.

Erdogan di axavtina asta bilind de diyar kir ji ber ku ji lûtkeyê re mazûvantî kiriye gelek kêf xweş e. Dûvre Erdogan wiha axivî: “Ez fîlmnameya ku hatiye amadekirin pîroz dikim. Ceng, afetên tabiî, nexweşiyên şewbê û gûherîna av û hewayê. Ev qeyrana hanê hemî însanan tehdît dike. Em hemî dizanin ku rengê êş û janê, irqê û zimanê tune. Tirkiye li nêzê 140 welatan de karên pêşketin û însanî pêk tîne. Bi hezaran projeyê pêk tîne. Her wiha em 3 milyon penaberên Sûrî û Iraqê li Tirkiyê dihewînin. Heke ev pêvajoya penabertiyê bidome dê em deriyên xwe jî kesên ku ji werêlên bombeyê direvin re vekin.”

 “Pêwîst e ev sûcên ku dijî mirovahiyê tê kirin bê ceza nemîne”

Erdogan wiha axivî: “Divê ku em alîkariya kureyî ji nû ve hilînin dest. Heke wek lîder û pêşewa em bi hev re bixebitin û bi heman rêbaz û îlkeyan hereket bikin dê em ser bikevin. Ev tiştên ku min da rêzê gelek girîng e. Beriya her tiştê divê ku dawî liv an şeran were. Wek Tirkiye em xebatên xwe yên di derbarê vî mijarê de didomînin û dê em bidomînin. Pêwîst e ku em beriya îxlalkirina hiqûqê ya wekê li Sûrî bigirin. Pêwîst e ev sûcên ku dijî mirovahiyê tê kirin bê ceza nemîne. Divê em xwedî li pîrek, zarok, astengdar û belengazên din bikin û zêdetir alîkariya wan bikin.”

Erdogan di civînê de wiha destnîşan kir: “Tirkiye dê hetiyariyên xwe yên di derbarê mijara mafên însanên navneteweyî de bidomîne. Ji bo ku ev xebat bi rêkûpêk were cî dê em çi ji destê me tê bikin. Em dê dijî rêxistinên ku hewl didin wek rêxistinên meşrû werin dîtin bibin. Me Navenda Lêkolînên Însanî ya ji Zanîngeha Entabê pêk anî. Biryarên ku li vir tên dayîn dema ku hat tetbîqkirin dê em xwedî nêrînên cûda bibin. Ez we bang li we dikim ku hûn jî di derbarê vî mijarê de xwedî hest bibin.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.