Erdogan: Ew ê bedela wê pir giran bidin

Erdogan: Ew ê bedela wê pir giran bidin

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derbarê îddîayên têketina milîsên Esed a Efrînê de destnîşan kir “Elbet ne mimkûn e ku em firsatê bidin wan, ew ê bedela wan bi şikleke giran bidin.”

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di daxuyanîya çapemenîyê ya hevpar a ku digel Serokomarê Makedonyayê Gjorge Îvanov li dar xist de derbarê rojevê de nirxandinan kir.

Erdogan di civîna çapemenîyê de derbarê îddîayên ku milîsên Esed ketine Efrînê de wiha axivî: “ Niha îro hêzên milîs ên Şîî bi hinek pîqaban berê xwe dane Efrînê. Ev yek hat tespîtkirin  û bi topavêjan ew herêm hat bomberankirin. Ji ber vê yekê bi paşve vekişîyan û mesele bi bî awayî hat girtin. Me doh bi birêz Rûhanî û Putîn re hevdîtin kirin û ji xwe derbarê vê mijarê de em mutabiq in. Elbet ne mimkûn e ku em firsatê bidin wan, ew ê bedela wan bi şikleke giran bidin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.