Erdogan li Mêrdîn axivî

Erdogan li Mêrdîn axivî

Serokomar Erdogan li Mêrdîn di mîtîngê de axivî û wiha got, “Me di operasyonên li hindûr û derveyî welêt de hasabê zilma li birtayên me yên Mêrdînî hat kirin ji terorîstan pirsî û emê ji niha û pêde jî bibirsin.”

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partîyê Recep Tayyîp Erdogan, li Mêrdîn beşdarî mîtînga partîya xwe bû û xîtabî beşdarvanan kir.

Serokomar Erdogan di axavtina xwe de behsa sîyaseta çalan û wêrankirina bajaran kir û wiha got, “Mixabin di wê heyamê de Nisêbîn, Dêrik û Dargeçît di bin bandora dîyaseta çalan de ma. Bi taybetî li Nisêbînê 6 tax hatin wêrankirin. Niha em bajarên xwe yên hatine wêrankirin ji nûve avadikin. Ji bo em bajarên terorîstan wêran kiriye ji nûve ava bike em dixebitin. Ji bo em şopa sîyaseta çalan paqij bikin em ji çar hêlan ve dixebitin. Em di şûna malên hatine xerakirin yên baştir û çêtir avadikin. Em ekîba çêkirinê ye terorîst ekîba wêrankirinê ye.”.

Operasyona Qendîlê

Serokomar Erdogan di berdewama axavtina xwe de wiha got, “Li ku teror hebe, tacîza ser Tirkiyeyê hebe em ê li wir bi ser wan de biçin. Bi van operasyonên ku me hem li nav welêt hem jî li derveyî sînorên xwe kirin me bimîslî hesaba van êş, zilm û dilsojiya ku anîn serê birayên me yên Mêrdînî pirsî. Em di vê pêvajoyê de neketin dafika ku rêxistina terorê dixwest me bikşîne navê. Digel ew qas namerdiyên ku rêxistinê nîşan da em nebûn destberdarê hiqûq, demokrasî û edaletê.”

“Em Mêrdîn bi Stenbolê re girê didin!”

Serokomar Erdogan, îfade kir ku ew ji heman hêlan ve li Mêrdîn xizmetê dikin û wiha got, “Di 16 salên dawî de me li Mêrdîn bi bihayê 27 qatirliyon xizmet kirîye.”

ÎLKHA
























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler