Erdoğan Piştî Vegera Qatarê Axivî

Erdoğan Piştî Vegera Qatarê Axivî

Serokcimhûr Erdoğan piştî serdana 2 rojan, ji Qatarê vegerîya û di teyarê de pirsên rojnamevanan bi cewab kirin. Erdoğan li ser gelek mijaran peyamên girîng dan.

Serokcimhûr Recep Tayîp Erdoğan, piştî serdana 2 rojan ya li Qatarê vegerîya Enqerê.

Erdoğan di teyarê de pirsên rojnamevanan bersivandin û li ser gelek mijaran beyanên girîng dan.

Li ser pirsa ku lîderê Îxwan yê ku niha li Qatarê di surgûnê de ye û tê îddîa kirin ku wê were Tirkîyê, serokcimhûr Erdoğan weha got: “Niha tu teleba wan ne gîhaye me. Ger daxwaza wan a ku were Tirkîyê hebe, em ê yek bi yek vekolînin û ji bo hatina wan tu asteng tunebe, em ê ji wan re hêsanîyekê nîşan bidin. Çawa ku mêvanên xerîb tên Tirkîyê ew ê jî karibin werin Tirkîyê.”

Serokcimhûr, îddîayên ku Tirkiyê ji DAÎŞê petrol stendîye jî şedîd derewand û weha dewam kir: “Tewra Tirkîyê eşkere ye, îddîya ku tê gotin Tirkiyê ji DAÎŞê petrol stendîye derew û qebîh e, îfadeyeke adî ye.” Erdoğan got petrola ku ğeyrî qanûnî tên Tirkiyê hatiye îmhakirin.

Serokcimhûr Erdoğan da zanîn ku Serokatiya Sererkaniyê ji bo avakirina herêma tampan a li sînor xebatan dike û weha got: “Gava xebat biqedin, ew ê werin ber destê me û em ê li gorî wê qirarê bidin.”

Receb Tayyîb Erdoğan beyan kir ku pêvajoya çareseriyê hê ne hatiye sewiyeke saxlem, lê bi hêvî ne. Ji bo berdana rehîneyên Tirkiyêyî yên di destê Daîşê de jî hessas tevdigerin û têkiliyan pêk tînin û gav tên avêtin da ku pirsgirêk bê çareserkirin. Yekîneyên îstîxbaratê jî ev 3 meh in di vî warî de xebatan dikin.

cinarinsesi.com

xeberên kurdi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.