Erdogan û Barzanî hatin bal hev
ENQERE - Serokomar Erdogan li Beştepê, Serokê Kurdistana Başûr Mesûd Barzanî qebûl kir.
Serokomar Recep Tayîp Erdogan û Serokê Kurdistana Başûr Mesûd Barzanî li Kulliyeya Beştepeyê hevdîtin kirin.
Di hevdîtina ku berdewam dike de tê diyarkirin geşedaniyên heremê dê bên nirxandin.Her wiha hat ragihandin Serokê Kurdistana Başûr Mesûd Barzanî, di seat 20.00an de dê bi Serokwezîr Bînalî Yildirim re hevdîtinê bike.
Hat hînbûn digel Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiyê Fuad Huseyîn û Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dîzayî hatine Tirkiyê.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.