Êrîş û Operasyonên Rejîma Terorê

Êrîş û Operasyonên Rejîma Terorê

Îsraîla rejîma terorê, bi hinceta mirî dîtina 3 nişteciyên yahûdî, zulm û êrîşên xwe didomîne. Berî niha çend Filistînî hatibûn qetilkirin, nêzî 600 filistînî jî hatibûn desteserkirin.

Di rojên dawîn de jî li Nablûs û Şerîaya Rojavayê 40 Filistînî hatin binçavkirin. Hat gotin ku pirê wan endamên Hamas in. Hinek ji qedroya lîder ya Hamasê ne. Hêzên siyonîst girtin ser mala parlementerê Hamasê Ahmed el-Hac Elî. Ji ber Elî ne li malê bû nehat girtin, lê hêzên rejîma terorê qîza wî binçav kirin û zirar dan mala wî.

  Li Qudsê jî berî niha nişteciyên yahûdî ciwanekî filistînî revandibûn, cesedê ciwan hat dîtin. Li ser hedîseyê li Safata herêma Qudsê filistînî civiyan. Polîsê siyonîst midaxele kir. Di bûyeran de 70 kes birîndar bûn.

  Li kampa multeciyan ya Şûafata li rojhilatê Qudsê, gelek mal hatin xerakirin û gelek kes jî hatin binçavkirin.

  Artêşa Îsraîla siyonîst, teqemenî xist mala Ziyad Awwadê ku bi pevguherîna hêsîran hatibûn berdan û mala wî xera kir.

  Leşkerên Îsraîlê kesên ku di malê de derxistin paşê jî mal teqandin. Mala Awwad nêzîkî Îznaya bajaroka El-Xelîlê bû.

  Şahidan diyar kirin ku leşkeran li bajoraka Îznaya xanî muhasara kirin û di navbera lêşker û xortên filistînî de pevçûn derket. Di pevçûnê de yekê wan bi fîşeka heqîqî 2ê wan jî bi fîşekên plastîk 3 kes birîndar bûn.

  Hat ragihandin ku li Qampa Cenîn a Penaberan ya ku li Bakurê Şerîaya Rojava ye di navbera leşker û xortan de şer derket û di şer de kesek birîndar bû. Mehkema Îsraîlê do der heqê xaniyê Awwad de biryara hilweşandinê dabû.

  Hikûmeta Filistînê beyan kir ku ji 12ê hezîrana ku her 3 nişteciyên yahûdî hatine revandin vir ve, di operasyon û êrîşên siyonîst de 13 filistînî hatine qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûne.

BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.