Êrîşek jî li Îngîlterê li Mislimanan hat kirin
Piştî êrîşa terorê ya ku li New Zelandê hat kirin re êrîşek jî li Londraya paytexta Îngîlterê li Mislimanan hat kirin.
Hat ragihandin piştî êrîşa terorê ya ku li New Zelandê hat kirin re êrîşek jî li Londraya paytexta Îngîlterê li Mislimanan hat kirin. Tê diyarkirin komeke terorîstan êrîş birin li Mislimanên ku ji bo nimêja înê kom bûbûn.
Êrîş li ser Kolana Cannona Londrayê pêk hat. Komek terorîstên xaçperest bi keser û daran êrîşî Mislimanên ku ji bo nimêja înê li ber Mescîda Ashaadîbî û Navenda Civakê kom bûbûn kirin. Mislimanan bersiv dan êrîşên terorîstên xaçperest.
Dema ku Misliman bersiv dan terorîstên xaçperest, terorîstan hewl dan ji cihê bûyerê birevin. Dema ku terorîstên xaçperest kirin ku birevin hevalekî xwe yê xaçperest li pey xwe hiştin.
Tê diyarkirin di êrîşê de Mislimanek birîndar bû û hat rakirin nexweşxanê.
Ji bo kesên êrîşkar bên girtin polês lêpirsîn da destpêkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.