Êrîşên Çeteya Terorê

Êrîşên Çeteya Terorê

Îsraîla rejîma terorê, ji 8ê Temûzê vir ve bi ser Ğezzeyê de ji hewa, behr û bejahiyê ve bombe dibarîne. Hejmara qurbanên êrîşên wehşiyane, bi ser a êrîşên di 2012an de ketiye.

Wehşî û melûnê Îsraîl nabêje ev camî ye, mal ê, nexweşxane ye, li her derê bomba dibarîne. Digel qetilkirina sivîlan binesaziya bajêr jî xera dike û bi vî awayî xelkê Ğezzeyê komî ceza dike.

 Rejîma terorê êrîşî xeta avê ya ku herî hindik ji 70 hezar Ğezzeyîyan re dibû damarê heyatê û tesîsa kanalîzasyonê kir. Dîrektorê avê ya belediya Ğezzeyê Sadeddîn el Batş beyan kir ku welatiyên Ğezzeyê ji bo pêşxistina sîstemên avê dixebitin, lê Îsraîla siyonîst êrîşî bîrên avê dike û di van mehên havînê de rewşa Filistîniyan bêtir dijwar dike.

 Di germa havînê de Ğezzeyîyên ku bê av û ceyran mane, niha bi şewbên nexweşiyên ku ji kanalan belav dibin re rûbirû ne. Her wiha hat gotin ku ji bo peydekirina îlac û derman û malzemên tibbî yên acîl, hewce bi 10 milyon dolaran heye. Li nexweşxaneyan îlac qediyane. Ger alîkarî neyê kirin, ew ê birîndarên ku rewşa wan giran e jî can bidin.

  BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler