1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Êş û elema 4 zarok û dîya wan ên ku ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin hêj wek îro ye
Êş û elema 4 zarok û dîya wan ên ku ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin hêj wek îro ye

Êş û elema 4 zarok û dîya wan ên ku ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin hêj wek îro ye

Êş û zarok û dêya wan ên ku di Tîrmeha sala 1993yan de li Bîngolê ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin hêj wek îro ye.

A+A-

PKKyê ku ji roja hatiye damezrandin vir ve her tim êş û elem bi gelê Kurd daye kişandin û xwîna wan rijandiye, dema ku dîrok Tîrmeha sala 1993yan nîşan dida li ser gundê Asmakayay Solxana Bîngolê de girt û êrîşa bombeyî bir li ser maleke li gund. Di encama êrîşa hovane ya PKKê de 4 zarokên bi navê Axa, Hakîne, Gulcîhan, Semra û dêya wan a bi navê Mazez Karci hatin qetilkirin. Di êrîşa ku hat kirin de 2 zarok jî birîndar bûn.

Kesên ku ji vê wehşeta PKKê ya ku wê rojê li gund hat kirin ji ÎLKHAyê re anîn zimên.

Îhsan Karciyê ku di salên 1993yan de li gund qoricî bû derbarê mijarê de diyar kir, PKK her tim êrîş dibir li ser gundê wan û ji vê yekê re jî qoricîyên li gund hincet nîşan dida.

“PKK 5 kesan wê şevê bi saxitî şewitand”

Karci di berdewama axavtina xwe de diyar PKKê di meha Tîrmehê de di wextên êvarî de dîsa  êrîşî gund kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di wê êrîşê de PKKyî nexasim berê xwe dan mala Aydin Karci. Di malê de 7 zarok û dayika wan hebû. Malê dan ber agir. Min 2 zarokên birayên hev bûn ji malê derxist. Dê û 4 zarokên wê di agir de şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. PKK 5 kesan wê şevê bi saxitî şewitand.”

“4 zarokên  kekê min û xanima wî di malê de şewitîn û mirin”

Asaf Karciyê ku wê demê ji bûyerê re bûbû şahid derbarê mijarê de diyar kir wê heyamê li gund 17 qoricî hebûn ku ji van 12 qoricî ji ber zextên PKKê ji wezîfê xwe îstîfa kir.

Karci di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku li gund hejmara qoricîyan kêm bû PKKê êrîşên xwe yên li ser gund zêdetir kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xanima min û zarokên min her êvar li mala kekê min Aydin Karci diman.  Bûbû 3 meh ku malbata min li mala wan dima. PKK xebera vê yekê standibû. Wê şevê ew ê zarok û xaniman min êsîr standibana.  Di dema serdegirtinê de ji ber ku zarokên min  û xanima min ne li wê malê bûn, PKKyîyan zarokên kekê min û xanima wî rehîn girtin.  Di wê şeva serdegirtina ku hat kirin de ez û pismamê min Asaf Karci di mewzîyê de bûn. Di hundir de bombe diteqîyan.Dû re malê dan ber guleyan.  Zarokên kekê min û xanima wî rehîn girtin.  Du zarokên kekê min xelas bûn; lê belê 4 zarokên  wî û xanima wî di malê de şewitîn û mirin.”

 “PKK çû mala birayê min û di cihê ku ew lê radiza de 100 berik berda”

Karci di berdewama axavtina xwe de diyar kir “PKK çû mala birayê min û di cihê ku ew lê radiza de 100 berik berda” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di şeva qetlîamê de kekê min Aydin Karci li Mûşê li febrîkaya şekir de dixebitî.  Wê şevê nehatibû. Birayê min î Mirad jî li gund bû.  Kekê min wê şevê niyet kiribû vegere gund lê belê ji Yaygina Mûşê vegerîyabû. PKKyîyan wê şevê planeke wisa kiribû ku dixwastin temamê nasên me qetil bikin.  Em wê şevê teslîm nebûn, heta ber şeveqê me bi wan re şer kir.  Dema ku bû şeveq leşker hêj nû hatin gund.”

 “Di dema serdegirtinê de tozeke kîmyewî bi kar anîn”

Karci di dawîya axavtina xwe de diyar kir mala kekê wî ji teref PKKyîyan ve hat şewitandin  û di vê şewitandinê de tozeke kimyewî ji teref PKKyîyan ve hat bikaranîn. Karci dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Pêşî toza kimyewî li malê reşandin û dû re bombe avêtin hundir. Li gorî kesên birîndar dibêjin, dema ku PKKyîyan di ser malê de girtin pirsa min kirine. Yek ji wan jî dîtiye ku PKKyîyan toz li hundir reşandine. Bi bombeya ku hat avêtin malê, mal di nîv seatê de hilweşîya û bû xwelî. Dema ku bû şeveq em çûn malê û me hestîyên cesedan berhev kir. Bes hestûyên wan mabû.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.