1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Esnaf hêviya xwe bi îdê ve girêdaye
Esnaf hêviya xwe bi îdê ve girêdaye

Esnaf hêviya xwe bi îdê ve girêdaye

ÊLIH - Li Êlihê ji ber ku hewa pir gerim e gelê ku rojî digire dernakeve kirrîn û firotinê. Ji ber vî yekê esnaf bendewar in ku nêzîkê îdê dûbare karê wan were hemdê xwe.

A+A-

Li Êlihê ji ber ku hewa pir gerim e gelê ku rojî digire dernakeve kirrîn û firotinê. Ev yek jî bûye xirabbûna rewşa piyaseya bazaran. Ji ber vî yekê esnaf bendewar in ku nêzîkê Îda Remezanê dûbare karê wan were hemdê xwe.

Abdullah Konakê ku pêlav difroşe destnîşan kir ji ber ku hewa gerim bûye piyasa karê wan jî sekiniye. Ji ber vê yekê ew hevîdar in ku nêzikî Îda Remezanê piyaseya karê wan dûbare were hemdê xwe. Dûvre Konak wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku hewa gerim bûye piyasa karê me sekiniye. Ji ber ku gel rojî digire di hewayê gerim de dernakeve derve. Karên me ji ber bûyerên ku li herêmê diqewime sekiniye. Em nikarin perê kirêya xwe jî derêxin. Em hêvîdar in ku li ser Îda Remezanê dûbare piyase were hemdê xwe.”

Ji esnafan ê din Murat Sezgîn jî ragihand ji ber ku hewa germ e kesên ku rojî digirin dernakevin derve. Ji ber vê yekê wî diyar kir hindik jî bibe berêvarê piyase ji nava rojê çêtir dibe. Dûvre Sezgîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Nêzê 15 rojan e ji ber ku hewa gerim e karê me sekiniye. Malê me wekê berê nayê firotin. Bi taybet ji ber bûyeran gel êdî nikare tiştekî bistîne. Em hêvîdar in ku di rojên nêzikê Îda Rojiyê de piyase çêtir bibe.”

Cafer Yildizê ku karê konfeksiyonê dike diyar kir ku hêj jî karê wan baş nîne. Dûvre Yildiz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hewayê gerim dibe sedema nekirina kirrîn û firotinê ya gel. Piştî îftarê çêtir dibe. Em hêvîdar in ku di rojên nêzikê Îda Rojiyê de piyase çêtir bibe.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.